Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîma Îranê hevwelatiyek Kurd kuştin û yek jî birîndar kirin

22:26 - 18 Hezîran 2012

Kurdistanemdia: Seba destrêja rasterast a hêzên rejîma Îranê, kasibkarek xelkê Bokanê hat kuştin û li bajarê Bane jî hevwelatiyek birîndar bû.


Li gor nûçeyê ajansa nûçegihaniya “Kurdpa”, berwar 17’ê Hezîrana 2012’an, hevwelatiyek xelkê Bokanê bi navê “Erselan Mihemedî” kurê “Resûl” kasibkarê xelkê “Mîrawê”a Bokanê, li cihekê bi navê “Bendenî Golê” li derdora bajarê Rebetê, ket ber destrêja hêzên rejîma Îranê û di encam de canê xwe ji dest da.
Li gor hemen çavkaniyê, berwar 13’ê Hezîrana 2012’an, hevwelatiyek xelkê gindê “Sardaw” a ser bi bajrê “Bane” bi navê “Ebas Reşîdî” kurê “Reşîd” li cihekê bi navê “Kanîzerd” li nêzîk 2 kîlometriya sînorê herêma Kurdistanê ket ber destrêja hêzên rejîmê û bi tundî birîndar bû.
Di sê mehên derbasbûyî de, 8 hevwelatiyên Kurd ên Rojhilata Kurdiatnê bi teqeya rasterast a hêzên rejîma Îranê canê xwe ji dewst dane.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê