Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran/ Piştî hatina serkarê Rûhanî, herî kêm 870 kes hatine darvekirin

15:27 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Di dest pêka hatina serkarê Hesen Rûhanî weke serkomarê rejîma Îsalmî, heta niha 870 hemwelatî di Îranê de hatine bidarvekirin.

Rêxistina mafên mirovan di Îranê de bilav kir, li dest pêka hatina Hesen Rûhanî weke serkomarê rejîma Îslamî a Îranê, 870 welatî di vî welatî de hatine îdamkirin û şepola darvekirin her berdewam e.

Li gor serhejmariyên wê saziyê, di 6 mehên yekema sala 2014’an, harî kêm 411 hemwelatî, bi dest rejîma Îranê hatine bidarvekirin.

Ewa di demekê de ye ku Navî Pîlanî komîsera mafên mirovan a rêxistina Netewên Yekbûyî (NY) daxwaz ji her du aliyên danûstandinê ên pirogirama Nevekî a Îranê kiribû, ku li vê gerê di gotobêjan de pirsa mafên mirovan di Îranê de bîne ber bas.

Di vê pêwendiyê de piştre jî berpirsê komîteya pêwendiyên karûbarê derve a encumena nûnerê Amrîkayê di daxuyaniyekê de, li hember rewşa nebaş a mafê mirov di Îranê de nigeraniya xwe îlan kir.

Di vê daxuyaniyê de hatiye: Herwiha rejîma Îranê di tepesekirina mafên mirovan de bi awayeke eşkereyî didomîne. Herî kêm 750 kes bê ewê ku perwendiyek bo wan derkeve hatin darvekirin û ew îdamiyane di dewra Rûhanî de bûne û niha jî her berdewam e.

Di wê pêwendiyê de çend rojan berî niha, Rêxistina peyamnêrên bêsînor di daxuyaniyekê de serberê pêdegirî li ser nadadwerî bûna dadgehên Îranê, rejîma Îslamî a Îranê weke emrazekî destê wezarata Îtilat û Sipaha Pasdaran wesfand.