Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Konferansa “Mafên Mirovan û Mafê Beşdariya Gelên Îranê Di Desthlatê De” bi beşdariya birêz “Mistefa Hicrî birêve çû

16:29 - 19 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Hevdem ligel destpêka 20’mîn civîna Şêvra Mafên Mirovan a saziya “NY”, Komeleya Mafên Mirovan a Kuridstana Îranê – Jinêv, konferansek li jêr navê “Mafên Mirovan û Mafê Beşdariya Gelên Îranê Di Desthilatê De” birêve bir.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, berwar 18’ê Hezîrana 2012’an, hevdem ligel destpêka 20’mîn gerra civîna Şêvra Mafên Mirovan a saziya “NY”, Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistana Îranê – Jinêv, konferansek li jêr navê “Mafên Mirovan û Mafê Beşdariya Gelên Îranê Di Desthilatê De” li “NY” birêve bir.
Li gor rapora han, konferans bi beşdariya kesayetiyên jêr de birêve çû:

Birêz “Karlo Sûmaroga”, Parlemantarê Siwêsê, Endamê Komîsyona Pêwendiyên Derve yê Siwêsê.
Birêz “Mistefa Hicrî”, Sekreterê Giştî yê PDK Îranê
Birîêz “Karn Parkir”, Dozger û Seroka Barêzerên Mafên Mrovan
“Urîta Bandêtênî”, Nûnera Hertimî a Saziya Firans Lîberte li Saziya “NY”
Birêz “Nasir Polîdeyî” Nûnerê Partiya Xelkê Belûçistanê
Nûnerê saziya Jênêvêkal
“Diyana Alayî”, Nûnera Komeleya Navnetewî a Behayiyan li saziya “NY” li Jinêvê

Konferansa han bi gotara birêz “Têmûr Elyasî”, Nûnerê Hertimî yê Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistana Îranê – Jinêv û “Karin Parkir”, dozger û Seroka Saziya Parêzerên Mafên Mirovan destê kir.

Piştre birêz “Mistefa Hicrî” Sekreterê Giştî yê PDK Îranê bi zimanê Înglîsî li ser rewşa niha a Îran, dever û Kurdistanê gotarek pêşkêş kir.

Rêzdar “Hicrî” di gotara xwe de amaje bi vê kir ku “Îran welatek pirr netewe ye, lê tenê girûpe li ser esasa Welî Feqîh di desthilatê de ye ku eva jî li gel naveroka demokrasiyê û carnameya mafên mirovan û konvansiyona navnetewî de hev nagire. Mavbirî amaje bi bendên “12, 15, 144 û 163”ên yasaya bingehîn a Komara îslamî kir ku li gor wan bendan cudahiyên netewî, olî, hizrî û ... ji aliyê rejîma Îranê ve li ser gelên wî welatî birêve diçin.

Birêz hicrî di beşek din a basê xwe de amaje bi rewşa kolberên Kurd ên ku ji bo bijîva jiyan xwe rû li sînoran dikin kir û ji aliyê rejîma Îranê ve dikevin ber destrêjê û di wê pêwendiyê de di heyamê 2 salan 192 kolberên Kurd bûne goriyê destrêja rasterast a hêzên rejîma Îranê .
Herweha birêz “Hicrî” bi tundî welatên Rojavayê rexne kirin ku nabe welatên han tenê xwe bi pirsa navikî a rejîma Îranê ve mijûl bikin û tepeseriya gelên Îranê û çalakên mafên mirovan jibîr bikin.
Sekreterê Giştî yê PDK Îranê di dawiya basê xwe de sîstema federalî bo Îranê bi baştirîn sîstema hikûmetî da zanîn û amaje bi çend welatên cîhanê ên xwedî sîstema Federalî kir ku niha bihêztirîn û girîngtirîn welatên cîhanê ne.
Piştre birêz “Karlo Somaroga” Parlemantarê Siwîsî basek pêşkêş kir û di basê xwe de amaje bi ezmûna federalî di welatê xwe de kir û got: “Welatê Siwêsê ji çend netewe û çend ol û çend kultûran pêk tê. herweha navbirî sîstema welatê xwe ji bo desthilatdariyê di Îranê de pêşniyaz kir.

Navbirî herweha amaje kir û got ku gerek mafên bingehîn ên gelên Îranê di yasaya bingehîn a hikûmeta federal de bihên çespandin û wek hev rêz jê bihê girtin.

Piştre nûnerê Partiya Xelkê Belûçistanê gotarek pêşkêş kir.

Piştî 2 demjimêran karê berdewam, ku basên han ji aliyê raporterên Şêvra Mafên Mirovan ve dihat yaddaştkirin, û gotarbêjan bersiva beşdaran da.
Encama wê civînê ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistana Îranê ve bo 21’mîn civîna Şêvra Mafên Mirovan a “NY” dihê şandin.