Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Swêdê de rêpêwana 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. qasimlo bi rêve çû

15:05 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Komîteya Karûbarê PDKÎ li derveyî welat, rêpêwînek li bajarê Stockholmê bi hinceta protestokirina terora Dr. Qasimlo û terorîzma dewleta rejîma Îslamî a Îranê lidarxist in.

Li gor rapora Kurdistanmedia, di roja Înê bervara 11’ê Tîrmeha 2014’an de, bi hinceta 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Ebdulrehman Qasimlo rêberê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, pişkek ji endam û alîgirên PDKÎ akinciyên welatên bakûrê Ewropayê (Swêd, Danîmark, Norvêj û Fîlendê) di bajarê Stockholmê paytextê welatê Swêdê bi armanca domandina rêbaza şoreşgirane û azadîxwazaneya Dr. Qasimlo û mehkûmkirina rûçik û kakilê rastîn a terorîzma dewletî ya rejîma Îslamî a Îranê rêpêwînek lidarxist in.

Di vê rêpêwînê de hejmarekî berçav ji nûnerên partiyan û aliyên Swêdî û Kurdistanê û herwisa hejmarek saziyên kulturî pişikdar bûn.

Destpêka rêpêwînê li meydana “Sêrgêl Torî” bi xwendina peyam û goratên aliyan û piştî xwendina marşa neteweyî a Ey reqîb û ragirtina deqeyek bêdengî bo canê paqij yê şehîdên riya rizgariya Kurdistanê û bi xasmanî şehîd Dr. Qasimlo û hevalên wî, ji aliyê Enver Kakayî berpirsê komîteya PDKÎ ve, dest pêkir.

Piştre peyama desteya amadekariya rêpêwînê ji aliyên mamosta Mela Hesen Şêweselî endamê îftixarî ê Komîteya Navendî a PDKÎ ve hat pêşkeşkirin.

Di peyama desteya bilind de serbarê protestokirina vê kiryarê, daxwazê ji hemû aliyên mirovdost û rêkxirawên mafê mirov kir ku dengê xwe ji pal dengê PDKÎ danên û daxwaza pêdeçûna doseya terorkirina Dr. Qasimlo bikin û her weha bi hêsanî çavpoşiyê ji vê mijarê nekin. Şêweselî di beşek din ji gotinên xwe de amaje bi vê yekê kir ku terorkirina Dr. Qasimlo ne tenê xisareke mezin bû bo PDKÎ û nehate qerebo kirin, belkî xisarek mezin jî bi bizavên kurd jî gehand û got: Renge 25 sal di dîrokê de midehek zaf nebe, lê bo daxistin û pêdeçûn bi doseya kesayetiyeke weke Dr. Qasimlo midehek zafe, tevî vê ku di mideha 25 salan de PDKÎ gelek hewl bo pêdeçûn bi vê doseyê daye, lê di vê serdemê de me pêdvî bi piştevaniya hemû aliyên mirovdost heye bo piştgirtin û piştevanî kirin bi pêdeçûna vê doseyê heye.

Piştî pêşkeşkirina gotara Şêweselî, peyama rêberê PDKÎ ji aliyê Mensûr Ezîzî berpirsê teşkîlata PDKÎ li derveyî welat ve hat pêşkeşkirin.

Di dirêjahiyê de ji aliyê partiyan, aliyan, saziyên mafên mirovan û kesayetiyan ve payem û gotar hatin pêşkeşkirin ku bi wî awayê bûn:

- Peyama Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, Salar Aşinager
- Peyama Komîteya Harîkariya hêzên siyasî ên Kurd û Kurdisyanî li welatê Swêdê, Eta Baneyî
- Peyama Tomas Hamrbêrî, kesayetiyên naskirî ê Swêdî û dostê Şehîd Dr. Qasimlo
- Peyama Fidrasiyona Komeleya Kurd û Kurdistanî li welatê Swêdê, Sûsen Goven
- Gotara Xanim Marya leyîsinr
- Peyama Kongireya Netewên Îrana Federal
- Gotara Kirîstîna Koîvonên
- Xwendina stranek ji aliyê mela Mihemed Begzade ve

Paşan amadebûyên rêpêwînê bo ber deriyê Parlemana welatê Swêdê rêkevtin ku piştî kombûn ber deriyê Parlemanê, daxwaza nameyek ji welatê Swêdê kirin ku bo parlemana Ewropayê rêkin.

Ev meşa demijmêr 16:00an bi deme Ewropa bi dawî hat.