Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakekî siyasî yê Kurd di Şinoyê de hat kuştin

15:07 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Çalakekî siyasî yê Kurd di bajarê Şinoyê de bi awayeke şik û guman ji aliyê kes an kesên nas nekirî ve hat kuştin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, çalakekî siyasî yên Kurd bi navê “Mistefa Rîz” kurê Resûl, roja Pênçşemî 10’ê Tîrmeha 2014’an, bi awayeke şik û guman ji aliyê kes an kesên nas nekirî ve hat kuştin.

Çavkaniyekî hayîdar bi peyamnêrê Kurdistanmedia ragehand: Termê ew çalake siyasiye di demekê de ji aliyê xelkê ve hatiye dîtin ku bi çiqa dara sêwê ve hatibû darvekirin.

Di wê pêwendiyê de pêştir jî çend haletekî kuştina şik û gumana hemwelatiyan li Merîwanê ku termê piraniya wan bi darvekirin hatine dîtin, rû dabû.

Hemwelatî li ser vê bawerê ne ku dest û pêwendiyên rejîm bi armanca tirsandina xelkê û çêkirina rewşeke tirsnak wan cinayetiyane dikin.

Malbata Mistefa Rîz daxwaz ji navendên pêwendîdar ên rejîmê kirine ku kujer an kujerên kurê wan binçav bikin û radestê dadgehê bikin.

Ew daxwaza malbata çalakvanê siyasî yê Kurd, ji aliyê berpirsên rejîm ve tu bersivek nehatiye dan.

8888.jpg