Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sine/ Çar hemwelatî hatin girtin

16:27 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî a Îranê di bajarê Sine de, 4 hemwelatiyên Kurd binçavkirin.

Li gor nûçegihaniya Hirana, di heftiya derbasbûyî de çar hevwelatiyên Kurd ên Sunî mezheb bi navên Xalid Melikî, Ebdulkerîm Kerîmî, Elî û Ebdulhadî ji aliyê hêzên îdareya Îtilata rejîma Îslamiya Îranê ve hatin girtin.

Rapor basa ji vê yek dikin ku malbata wan hemwelatiyane piştî derbasbûna çend rojan serdana îdareya Îtilatê a rejîma Îranê di bajarê Sine de kirine ku bizanîbin ka zarokên wan di Îtilatê de dimînin an na lê memûrên Îtilatê haşa ji vê yekê kirine.

Heta bilavbûna nûçê tu agahiyek li ser girtina wan 4 hevwelatiyene li ber dest nine.

Xalid Melikî birayê Talib Melikî girtiyê Eqîdetî hemkûm bi darvekirinê di girtîgeha Recayî Şar de dimîne.

Li gor serhejmariyên malpera Kurdistanmedia, di destpêka demsala Havînê ve heta niha,20 hemwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên Îtilat, Ewlehî û Leşkerî yên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.