Kurdistanmedia: Rêûresma 25’emîn salvegera şehîdên Viyenê, bi pişikdariya hemwelatiyan, kesayetiyên siyasî yên Îran û Kanadayê û hejmarek ji xwendekarên Kanadayî di Rojavayê Kanada de bi rêve çû.
Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Yekşemî 13’ê Tîrmeha 2014’an, bi hinceta 22’ê Pûşperê, 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî, komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Rojavayê Kanada, bi halîkariya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê, rêûresmekî taybet di zanîngeha Sayîmon Firêyîzer de hat lidarxistin.
Rêûresm bi xwendina marşa neteweyî a Ey reqîb ji aliyê girupa hunderî a Agirî û ragirtine deqeyek bêdengî dest pêkir.
Piştre peyama komîteya PDKÎ ji aliyê Îsmaîl Îbrahîmî berpirsê pêwendiyên PDKÎ pêşkeş kir.
Paşan sirûda Ey şehîdan hat pêşkeş kirin û piştre Têrî Bîç endamê payebilin yê Partiya Lîbral a Kanadayê û berbijêrê vê parê bo parlemanê, gotarek li ser binemaya demokrasî û girngiya vê sîstema siyasî pêşkeş kir.
Di pişka duyem a rêûresmê de destpêkê ji jiyanama Dr. Qasimlo ji aliyê Beyan Rûpak birêveberê koryadê ve hat xwandin û piştre xatû karol pronhobêr rojnamevan û nivîskarê pirtûka “Hez û hêwiyên Rehmanê Kurd, xewna Kurdistanê” gotarek pêşkeş kir.
Di dawiya rêûresmê de pişikdaran ra û bûçûna xwe pêşkeşkirin.
Ew aliyên peyama xwe bi hinceta 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo bi rêûresmê rêkiribûn:
- Partiya Komonîsta Kanada
- Hejmarek ji dostên Kurd û parlemanterên Fîderal û Herêmî a Kanada
- Endamên Şivrayên bajarê Bêrnabî