Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pîranşehr/ Kolberekî Kurd bi gulleyên hêzên rejîma birîndar bû

21:55 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Kolberekî din yê Kurd di Pîranşehrê de bi gulleyên raste rast ên hêzên sînorî yên rejîma Îslamiya Îranê hat birîndarkirin û bo nexweşxanê veguhastin.

Ajansa nûçegihaniya Kurdpa bilavkir, kolberekî Kurd bi navê Eyob Feqîzade xelkê gundê Konelacan a ser bi devera bajarê Pîranşehrê, roja Sêşemî 15’ê Hezîran a 2014’an, kete ber destdirêjiya gulleyên hêzên çekdar naskirî bi “Hengî merzî a Pîranşehrê” û di encam de bi tundî hat birîndarkirin.

Eyob Feqîzade temen 34 salî û xwedî hevjîn û bavê zarokekê ye û bi naçarî bo debara jiyana xwe, rû ji kare tirsnak yê kolberî kiribû.

Navbirî niha di nexweşxana bajarê Soran li Herêma Kurdistanê de ye.

Li gor amara Kurdistanmedia, di destêka meha Pûşpera 1393’an a Rojî ve heta niha 16 kolberên Kurd di dema kolberî de hatine kuştin û birîndar bûn.