Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gemiya Rûsiyê bi barê sîlahan ve di riya Sûriyê de hat sekinandin

15:00 - 20 Hezîran 2012

Kurdistanemdia: Karnasên Ewlehî ên Birîtanyayê bi pêşî ji gemiyek hilgirê sîlahên giran û Hilîkopterên şerr girtin ku di halê veguheztina sîlahan ji rejîma Sûriyê re bû.


Gemiya ku alaya Rûsiyê li ser e, bi barê sîlahên giran û hilîkopterên şerr ji aliyê Birîtanyayê ve hatiye sekinandin û sebeb jî hebûna barê sîlahên giran û hilîkopterên şerrker bo Sûriyê bû ku kiryara han dijî biryarnameya tehrîmên li ser Sûriyê ye.
Berpirsên bîmeya istandard a Kilab bi şirketa gemiyên Rûsıyê ragihandine ku êdî gemiya ku hatî sekinanad ji mafê bîmeyê bêpar dimîne. Tehrîmên Ewropayê li dijî rejîma Sûriyê şirketên bîmeyan jî ji xwe digre, navenda bîmeyê mafê bîmekirina kar û alavên ku ji bo alwêrên bi rejîma Beşar Esed re tên bikaranîn nine.
Li gor zanyariyan gemiya han ku li nêzîkatiyên qeraxavên Hulendê li nişkîve riya xwe guheriye û berbi aliyê Iskatlendê çûye. Gemiya han piştî ku rê jê hat girtin, neçar e seba nebûna bîmeyê, di nêzîktirîn bender de cihgîr be.
Nûçeyê han di demekê de belav dibe ku rayedarên Amerîkayê heftiya derbasbûyî dewleta Rûsiyê bi şandina sîlahan bo rejîma Sûriyê tawanbar kir, tometa ku ji aliyê Rûsiyê ve hat redkirin û tometek bi wî awayî xist sitûyê Amerîkayê ku ji dijberên rejîma Esed re sîlahan dişîne.
Rûsiye dibêje, şandina sîlahan ji Sûriyê re li ser biryara girêbestên berê ne û henardekirina sîlahan ji wî welatî re tu pêwendiyek bi nerazîtiyên aşitîxwazane ên xelkê Sûriyê nine.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê