Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî Kurd di Meşhedê de hat binçavkirin

14:56 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Hemwelatiyekî Kurd xelkê Xurasana Bakûrê bi tometa bilinragirtina bîra 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo hat girtin.

Malpera komîteya PDKÎ di Danmarêkê de bilv kir, roja Sêşemî 15’ê Tîrmeha 2014’an, welatiyekî Kurd bi navê Mêhdî Topkanlû bi tometa handana xelkê bo bilindragirtina 13’ê Tîrmehê, di bajarê Meşhedê navenda parêzgeha Xurasana Rezewî de hat girtin.

Li gor raporta han, tometa ku hêzên rejîma Îranê dane hemwelatiyê han, “Bilindragirtina yada Dr. Qasimlo” bûye.

Heta niha tu agahiyek ji çarenivîsa hemwelatiyê Kurd li ber dest nine.