Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deqa axavtinên Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ, di rêûresma 25’emîn salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo di bargeha Polîtbîroya PDKÎ de

15:19 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di rêûresma 13’ê Tîrmehê 25’emîn salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî, di bargeha Deftera Siyasî de gotara xwe pêşkeş kir ku deqa axavtinê weke xwe tê bilavkirin.

Deqa gotarê bi vî awayê ye:

Hemwelatiyên rêzdar!
Xelkê tekoşer ê Kurdistanê!
Amadebûyiyên hêja!

Her wek ku hemû aliyek agehdar in, 25 salan berî niha di rojeke weke îro de, di 22’ê Pûşpera sala 1368’an de, (13.07.1989), hevalê têkoşer û bîrmendê mezin ê Kurd Dr. Qasimlo, heval kak Ebdulla Qadirîazer û Dr. Fazul Resûl li Viyenê li ser maseya gotûbêjan ji aliyê terorîstên Komara Îslamiya Îranê ve hatin şehîdkirin. Em weke evîndarên din ên rê û şopa Dr. Qasimlo, li vir û wir, û di navxwe û derveyî welat, hest û soz û emegdariya xwe bi vê rêbazê û bi xwîna pak ya şehîdan nîşan didin, û di vê civînê de em amade bûne, da ku ji aliyekî ve emegdariya xwe bi rêbaza şehîdan û li serveyî hemiya Pêşewa Qazî Mihemed û Dr. Qasimlo û bi hezaran şehîdên riya rizgariya neteweya xwe pêşkêş bikin, ji aliyekî din ve bi Komara Îslamiya Îranê dijminê azadiya neteweyan, û bi hemû neyarên gelê Kurd bêjin ku 25 salan piştî şehîdkirina Dr. Qasimlo berevajiyê xwestek û daxwazî û xewn û hêviyên wan, xebat û tekoşîn ji bo rizgariya neteweya Kurd di hemû parên Kurdistanê de, ne tenê her bi dawî nehatiye, belkû roj bi roj bihêztir dib. Herwisa em dixwazin ku di vê derfetê de careke din, kiryara wê demê ya dewleta Nemsayê, ku ew karesat di wî welatî de rû da, û di cihê wê ku terorîst radestî dadgehê bêne kirin, û cezaya yasayî ya xwe wergirin, bi îskort ve ber bi Tehranê bi rê kirin, bona vê ku xelata cînayetên xwe wergirin, şermezar bikin,û bêjne wan ku pîlangiriya li dijî serkirdeyên gelê Kurd di her beşekê de, û di her qonax û serdemekê de, ji dîtingeha neteweya Kurd ve, cihê şermzariyê ye, û ji bîra me naçe, û piştî şerê Îran û Îraqê, Komara Îslamiya Îranê, bi çok de hat, û biryarnameya 598 ya konseya ewlekariyê ya NY pesend û wajo kir, û her wek bixwe gotin, Xomênî cama jehrê ya têkşikanê firr kir, û bi milyonan kuştî û birîndar welateke wêran, erteşeke têkşikayî, û serşor, deskevtên hikûmeta Îslamiya Îranê, bo xelkê welat bûn. Ji wê demê şûnde ku ew hemû zirar û xesara malî û canî li xelkê Îranê ket, bi hêceta vê ku dixwazin ji riya Kerbelayê ve Qudsê rizgar bikin, lê li hemberî dijminê xwe de kete qedema , û zelîlane ew biryarname wajo kir. Di rewşeke siyasî ya wisa ya herêm û Îranê de, Dr. Qasimloyê bîrmend ku hertim bîr ji çareseriya pirsa Kurd ji riya aştîxwazane ve dikir, wisa bîr kir ku dewletek ku di gel dijminê xwe, bi vê hemî dijminayetî û xisara ku lê ketiye amade bûye ku biryarnameyê qebûl bike, tu sedemek tuneye ku daxwaziyên gelê xwe, wate azayê, di çarçoveya Îranê de qebûl neke. Lewra Dr. Qasimlo bi niyeteke pak û bi hêviya çareserkirina mesela Kurd pêşniyara Komara Îslamiya Îranê bo gotûbêjê qebûl kir, û çû Viyenê, lê mixabin derket ku Komara Îslamiya Îranê ne tenê her di hizra çareseriya kêşeya Kurd ji riya aştîxwazane ve nine, belkû pîlanek darêtiye ji bo şehîdkirina Dr. Qasimlo ku mixabin ew pîlana wan serket. Dr. Qasimlo xizmeteke mezin bi tevgera gelê Kurd kir, rast e ku ew sekreterê giştî yê PDKÎ bû, lê bîra tîj û hizra bilind ya Dr. Qasimlo di warê siyasî, di warê têgihîştin ji rewşa wê demê ya herêm û cîhanê, bandor li ser rêkxirawên Kurdî hemû beşan de danîbû. Dr. Qasimlo siyasiyeke rastbîn bû, wî bîr ji pêşerojê dikir û bi hûrî her pirsek şirove dikir. Dr. Qasimlo di serdema nêzîkbûna hiloşîna rejîma paşayetiyê, û hatine ser kar a rejîma Komara Îslamiya Îranê de, ku têkel bû di gel hinek hest û tundûtîjî û dîtina rojê, di helwestên xwe de siberoj didît, lewra helwestên PDKÎ, di wê demê de bi rêberatiya Dr. Qasimlo helwestên wisa bûn ku niha jî piştî derbazbûna 25 salan ji şehîdkirina wî, hêla jî nû û bi roj in. Wê demê gellek kes û alî hebûn kun ji wan helwestan halî nedibûn, wê demê PDKÎ referandoma diyarîkirina sîstema Komara Îslamiya Îranê baykot kir, û di referandomê de beşdarî nekir.

Dr. Qsimlo ragehand ku ku ew hikûmet nikare tu yek ji xwestek û daxwaziyên xelk û gelên Îranê cîbicî bike. Wê demê ku taqmekê bi navê xwendekarên Misilman dest bi ser balyozxaneya Amerîka di Tehranê de girtin, Dr. Qasimlo ew kiryara ne siyasî şermezar kir, û ragehand ku ew yek berevajiyê orf û yasayên navneteweyî ye. Encama zirardar ya vê kiryarê, vedigere ser xelkê Îranê. Wê demê gellek bûn ew aliyên ku PDKÎ li ser van helwestan bi sûçên curbicur, şermezar dikirin, lê niha piştî derbazbûna 25 salan ji mergê Dr. Qasimlo û 36 salan bi ser hikûmeta Koamra Îslamiya Îranê de, eşkere dibe ku ew helwestane çende dûrbînane û jîrane bûn. Dr. Qasimlo di zindîkirina PDKÎ de, piştî hiloşîna Komarê û şehîdbûna serkirdeyên Komarê û zindanîbûna têkoşerên PDKÎ, ku hêdî-hêdî PDKÎ ber bi lawaziyeke yekcar zaf ve çû, piştî salên 32’an a Rojî, hate qada xebata PDKÎ de, û bi kar û tekoşîn û hizr û bîra xwe nefesek bi hêz da vê partiyê, û bi amadekirina bername û pirogram û peyreweke pêşkevtinxwazane û serdemiyane, û bi yekxistina refên PDKÎ, careke din PDKÎ bi hêzeke siyasî ya mezin ve anî qada xebatê. Di vê derheqê de PDKÎ qerdarê şehîd Dr. Qasimlo ye. Lê Dr. Qasimlo ew kesayetiya nebû ku tenê di nava Kurd û PDKÎ û derdora xwe de naskirî be, Dr. Qasimlo kesayetiyek bû ku di wê serdemê de, di nava kesayetiyên naskirî û navdar ên Ewropayî de, weke bîrmendekî dihate nasîn. Rade û asta bilind ya zanist û têgihîştin û rabin û rûniştina serdemiyane ya Dr. Qasimlo bi awayekî bû ku li gel her kesayetiyekî de rûniştiba, ew dixiste jêr bandora xwe de. Gellek in ew kesayetiyên li ser Dr. Qasimli tişt nivîsandine û hemû yekdeng in li ser demokratbûn û azadîxwazbûna Dr. Qasimlo, li ser tekoşîna bê rawestiyan ji bo bidestxistina mafê neteweyî, ku mafeke rewa û berheq yê hemû neteweyan di cîhanê de ye. Dr. Koşnêr Wezîrê Pêşîn ê Karûbarê Feransayê ku li çarçoveya pizişkên bê sînor de hatibû Kurdistanê, û di nava PDKÎ de xizmeta pêşmerge û birîndaran, û xelkê bê berevan û birîndar dikir, di simînarekê de ku li 21’ê Hezîranê, her bi boneya 25‘emîn salvegera şehîdkirina Dr. Qsimlo li yek ji holên Parlemênta Feransayê de pêk hat, li ser Dr. Qasimlo dibêje: “Xebata PDKÎ li jêr rêberatiya Dr. Qasimlo de, dîtingeha me li ser xebata netweya Kurd guherî, û riyeke nû ji vê xebatê nîşanî me da”. Her di vê semînarê de pro. Hemîdpûr Erselan, lêkoler û mamostayê zankoyên Parîsê, nirxandineke şiroveyî, li ser pirtûka “Kurdistan û Kurd” ya Dr. Qasimlo pêşkêş kir, û jêve bû ku di wê serdemê de, ku serdema carr ya çepê radîkal bû, boçûna siyasî ya Dr. Qasimlo ber bi çepeke demokrat ve diçû. Herwisa navbirî got: “Di warê zanistî de, ew pirtûk yekemîn pirtûk e, ku bi nîşandana serjimêriyan û hejmaran, û belgeyên civaknasî, civaka Kurdistanê xistiye jêr lêkdanewe û şiroveya xwe, û bi awayekî ku heya niha jî, her lêkolerek ku bixwaze lêkolîneke micid li ser Kurd û Kurdistanê bike, neçar dibe ku ji vê pirtûkê mifahê bistîne”. Evane wek mînakek biçûk ya nû ne, ku di bîr û boçûnên Ewropayiyan li ser Dr. Qasimlo hene.

Rêzdarno!
Yek ji qurbaniyên din ên vê karesatê ya Viyenê, şehîd kak Ebdullah Qadirîazer e. Kak Ebdullah Qadirî, bi sedema vê ku em pêkve xelkê bajarekî bûn, ez gellek baş wî nas dikim. Navbirî temenek wisa tunebû, sala 1331(1952), ji dayîk bibû, lê jiber ku di xizmeta Dr. Qasimlo de şanaziya şehîdbûnê pê hate birîn, min jêve ye ku ew cura ku hewce ye û hêjayî vî kesayetiyê ye, heqê wî pê nehatiye dan, lewra ez bi hewce dizanim ku gellek bi kurtî li ser vî tekoşerî çend axavtinan bikim, kak Ebdullah ku tevlî refên PDKÎ bû, mamostayek bû di bajarê xwe de. Reftara bi dilovanî, taba û taqeta zaf, xelkîbûn, û têgihiştîbûna wî bû sedema vê ku ew di nava hemû xelkê bajarê xwe de, û bi taybetî di nava ciwanan de, gellek hezkirî be, û ew taybetmendiyên bilind û amadebûna navbirî ji bo kar û fedakarî, û baweriya kûr ya navbirî, bi rizgariya neteweyî, bû sedema vê ku li refên PDKÎ de jî, gellek bi lez ber bi pêş ve here, û berpirsatiyê wergire, û jêhatîbûna xwe di birêvebirina berpirsayetiyên xwe de nîşan bide, dema ku di vê karesatê de şehîd bû, endamê Komîteya Nawendî bû, û nûnerê PDKÎ bû, di beşa Pêwendiyên Derve yên PDKÎ, li Ewropayê. Kak Ebdullah bi hinek sedeman hest bi vê kir ku ew gotûbêj ku Komara Îslamiya Îranê navê gotûbêjê li ser daniye, pîlanek bûye bona jinavbirina Dr. Qasimlo, lewra kak Ebdullah hez nedikir ku di vê civînê de beşdar be, Ebdullah Qadirîazer serbarê heznekirina xwe, di gel Dr. Qasimlo ket û heya dawiyê jî, di gel wî de ma, û di rastî de ew cangoriyek e ku bîr û baweriya wî ya kûr bi nîştimana xwe, bi rêberê xwe, û bi rêbaza xwe dikare vê hemû hêz û moralê bide wî, ku amade be ber bi mirinê ve here.
Hevalên hêja!

Her weke me bas kir 25 sal bi ser şehîdketina van şehîdên me yên Viyenê re derbas dibin, di heyama wan 25 salan de guherînkariyên kûr di cîhanê de û bi taybetî di Rojhelata Navîn de derketine holê, û hejmarek zaf ji dîktatoran bi destê xelkê hejar û bîzarbûyî hatine herifandin, û piroseya demokrasî û pêşveçûnê bona avakirina hikûmetên gelî di herêmê de, her berdewam e. Li Tirkiyê, ku di dema xwe de, navên Kurdî têde qedexe bûn, niha Kurd nûnerên xwe ên rastîn bi dilxwaza xwe dişînin parlemêntê, û deshilata xwecihî dixe destê xwe de, û nûneratiya rastîn a xelkê xwe dikin, û piroseye aştiyê derketiye holê û em hêvîdar in ku piroseya han di demek nêzîk de bi qazanca gelê Kurd û hemû xelkê Tirkiyê tewaw be. Di Sûriyê de, serbarê vê ku yekrêziya gelê Kurd di vê para Kurdistanê de heya niha jî nahê dîtin, lê tevî vê yekê em li ser vê baweriyê ne ku Kurdên Sûriyê çi bi mana Beşar Esed, û çi bi nemana wî, wê di rewşek siyasî ya gellek baş de bin, di pêşerojê de. Em hêvîdar in ku xûşk û birayên me di vê para Kurdistanê de ku di bin zulm û stema hikûmeta Be’s ya Sûriyê de bûne, bikarin bi yekrêziya xwe wan deskevtan pitir bikin. Di Kurdistana Başûr de Kurd Xwediyê deshilat û hikûmeta xwe ye û eva jî yek ji hêvî û daxwazên Dr.Qasimlo û tewahiya xebatkarên Kurd e ku di vê rêyê de canê xwe fîda kirine, lê di Îrana bin deshilata Komara Îslamî de, û di çarçoveya hizra paşvemayî û girêdayiya wê hikûmetê de, tu guherînkariyek nahê dîtin. Hekî guherînkariyek jî hebe, ber bi paşve diçe, ber bi daxistîbûnek pitir, zulm û zordarî û dîktatoriyek pitir ve diçe. Sîstima vê hikûmetê di hember bîhaniyan de, sîstemeke zelûl û bêçare ye, lê di hember xelkê xwe de zordar û serkutker e. Binêrin, piştî bidawîhatina şerê di navbera Îran û Îraqê de, dema ku di hember Sedam Husên de, agirbes vajû kirin, û teslîm bûn di hember hikûmeta Be’s de, lê dest avêtin kuştina girtiyên siyasî di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de. Hejmara wan girtiyên siyasî ku di wê demê de hatin bidarvekirin di navbera 3 heya 5 hezar kesan e, eva di demekê de bû ku xelkê Îranê li ser vê baweriyê bûn ku niha ku şerê Îran û Îraqê bi dawî hatiye, hikûmeta Komara Îslamî wê guh bide daxwaziyên xelkê xwe, û wê azadî, nan, hurmet û kesayetiya xelkê bibin cihê rêz û hurmetê. Lê ne tenê, ew yek tu caran nehate cîbicîkirin, belkû zext û givaş û kuştara girtiyên siyasî beravajî tewahiya pirensîp û yasayên mirovî û navneteweyî birêve çûn. Niha em piştî derbazbûna vê heyamê, piştî nêzîk bi 30 salan, vê sinaryoyê di Komara Îslamî de bi curek din dibînin. Armanca min ev e ku ez nîşan bidim ku çawa guherînkarî ber bi paşve heye. Her weke hûn haydar in, Komara Îslamî ya Îranê di heyama yek sala derbazbûyî de, bi nav hilbijartinek li dar xist, ku têde Hesen Rûhanî weke berbijêrê serkomariyê gellek soz dane xelkê Îranê, û bi neteweyên Îranê, derheq serbestberdana girtiyên siyasî, derheq bi azadiya xelkê,azadiya rojnamevanan, azadiya xebata jinan, kedkar û tex û qatên din ên civakê, bitaybet neteweyên Îranê, û yek ji wan neteweya Kurd. Lê digel vê ku di hember Rojava de teslîm bû, û bo derbazkirina welatê xwe ji hiloşînê, amade bû destan ji mehandina Oraniyûmê hilgire, li gorî wan şert û mercên ku girûpa 5+1 jêre diyarî kiribûn, lê niha em dibînin ku pêngav bi pêngav ber bi pêşve diçe, lê soz û qewlên Rûhanî û hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê derheq xelkê Îranê bi tewahi beravajî derketin.

Her weke bo piştî şerê Îran û Îraqê min îşare pê kir,her di yek sala derbaz bûyî de, serbarê wan sozan ku Raûhanî dabûn xelkê, Îran derheq bidarvekirina girtiyên siyasî, di pileya yekemîn de ye, daxistina rojnameyan, bidarvekirin û destbiserkirina xebatkarên neteweyên Îranî, bitaybetî netewa Kurd û zext û givaşên din ên civakî û aboriya ser xelkê rojbiroj zêdetir dibe. Lê Komara Îslamî ya Îranê her bi vê yekê nesekiniye, hevalno! Komara Îslamî ya Îranê piştî vê yekê bûye maşîna terora bi kom a xelkê, ne tenê her di Îranê de, belkî di herêmê de jî, maşîna şer a Beşa Esed bi diraf û serbaz û çekên Komara Îslamî ya Îranê diherike. Di vê şerî de heya niha pitir ji 160 hezar kes li gorî serhejmêriyên cihê baweriyê hatine kuştin, û bi sedan hezar kes birîndar ketine, û 5 milyon kes jî aware bûne û 5 milyon û nîv jî, malên wan hatine herifîn li jê bombebarana hêzên Beşar Esed de.

Ev serhejmêriya han, wate 5 milyon aware û 5 milyon û nîv xelkê bê mal, dibe %40 ji xelkê Sûriyê. Evana hemû bi siyaset û çekên Komara Îslamî ya Îranê birêve diçin, eva di demekê de ye ku beşek zaf ji nifûsa Îranê di bin hêla hejariyê de dijîn, gellek nesaxiyên civakî serî hil didin û Komara Îslamî ya Îranê çareseriya tewahiya wan kêşe û astengiyan çi di navxwe, û çi jî di derve de, bi şer û kuştar û tundûtîjiyan dibîne, û bîr ji tu mijar û çareseriyên din nake. Eva ku niha di Îraqê de em bi navê Daîş’ê dibînin, Beşek zaf jê vedgere bo ser siyasetên Komara Îslamî ya Îranê, ku mixabin aliyên Rojavayî ji vê mijarê bi kêmê haydar in. Komara Îslamî ya Îranê nêzîk bi 2 sal berî niha, bi alîkariya rejîma Beşar Esed û hikûmeta Malikî, bi sedan kes ji xelkê xwe şandin nava rêzên DAÎŞ’ê de, da ku bikare herikînên DAÎŞ’ê Kontrol bike û her di vê peywendiyê de serkevtinê bi dest bîne. Yek ji wan serkevtinan eva bû ku him li Sûriyê û him li Îraqê, bi nîşandana cînayetên DAÎŞ’ê û mezinkirina vê mijarê, welatên cîhanê li dijî DAÎŞ’ê bona rizgarkirina hikûmeta Beşar Esed lihev kirin, û di Îraqê de jî em şahidî vê basê ne ku di rastî de, bona serkuta Suniyan e di Îraqê de. Em hemû ji siyasetên DAÎŞ û û hemû aliyên Elqaîde haydar in ku dijî hemû mirovekê ne, lê di vir de, pîlana Komara Îslamî xwediyê bandorek zaf e. Komara Îslamî ya Îranê dijî aramî û bi hevre jiyan û avedanî û pêşkevtinê ye, di tewahiya Rojhilata Navîn de. Komara Îslamî bi du meremên sereke jiyana xwe di nakokî û ajaweyan de dibîne. Ya yekemîn ev e ku bo Komara Îslamî ya Îranê, welatek seqamgîr û aram nahê qebûlkirin. Komara Îslamî ya Îranê niha jî xewna saxbûna Sedam Husênekî dibîne ku bibe rikeberê rejîma wê. Lewra ew dixwaz e li Îraqê ajawe dewam bike û her bimîne. Ajawe ne tenê her di navbera Şîe û Suneyan de, belkî di navdera hikûmeta Bexda û Herêma Kurdistanê de, belkî di navbera girûpên Şîe jî de. Siyaseta Komara Îslamî di vê derheqê de ev e ku rikeberan di hember hevdu de wekhev rabigire. Hekî dît ku aliyek şikestê dixwe, alîkariya wê dike da ku cardin serkeve, mijar jî gellek rohn e. Hevalno! Lê binêrin, niha Amerîka û Berîtaniya û Rojava û bi giştî welatên herêmê û piraniya wan, li ser vê baweriyên ne ku aliyê kêm yekem pêngav bona vê ku Îraq bibe xwediyê aramiyê, vêdebirina Malkikî ye li gerra sêyemîn a serokwezîriya Îraqê. Lê Komara Îslamî ya Îranê heya niha rê nedaye ku Malikî qebûl bike ku cardin nebe serokwezîrê Îraqê. Jiber vê yekê nîgeran e ku piştî Malikî rewşa Îraqê ber bi aramiyê ve here. Siyaseta Komara Îslamî ya Îranê ev e ku aliyên siyasî li dijî hev bihêz bike. Bona vê yekê ku tevalî bo hemîşe hewcedarê wê bin û di dema tengaviyê de hawara xwe jê re bibin û alîkariya wan bikin. Eva ne tenê her di Îraqê de ye, belkû di her cihekî de bikare, di Kurdistanê de, û yan jî di welatek din de, vê siyasetê bi rêve dibe. Lê tu caran naxwaze aramî di herêmê de bimîne. Armanca duyemîn a Komara Îslamî ya Îranê li tevdanîkariyan ev e ku, dixwaze bi cîhanê û bitaybetî bi Rojava û welatên herêmê bêje ku eva Rojhelata Navîn di şer û ne aramiyê de ye, û tenê ez im weke Komara Îslamî ya Îranê ku weke girava aramî û ewlehiyê me, di vê herêmê de, lewra hûn hemû hewcedarê min in. Alîkariyan ji min wergirin. Lê hemû kes ji vê yekê haydar nînin ku girava han ku Komara Îslamî ya Îranê bi navê girava aramiyê nav dibe, behrek e bi şîpel e, ku şîpelên xelkê bêzar ên Îranê, ku roj bi roj bihêztir dibin, li derfetê digerin bona vê ku Komara dîktatoriya Îranê biherifînin û hikûmeta dilxwaz a xwe ava bikin, û Komara Îslamî ya Îranê jî gellek bi başî haydarî vê yekê ye. Lewra welatê ku ev bi girava aramiyê nav dibe, ji derketina pirça jinekê, ji girevgirtina kedkarekî, ji gotara rojnameyekê bîrûraya herî kêm ya cuda têde hebe, heya hizra heya axûndekî Şîe ku xizmet ji vê hikûmetê re kiribe, lê tevî bîrûraya wan ferq û cudahî hebe, û bêhnek ji piştevaniya xelkê têde hebe, tepeser dike û ji nav dibe. Hikûmetek ku xwediyê aramî û seqamgîriyê be ji wan tiştan natirse. Ji azadiya xelkê natirse, belkî şanaziyê bi azadiya xelkê re dike. Azadî hikûmetê bihêz dike, piştevaniya xelkê bona hikûmetê misoger dike. Lewra me tu şik û gomanek di vê yekê de nine ku Komara Îslamî serbrê vê rûçikê ku dixwaze nîşanî xelkê Îranê û xelkê herêm û cîhanê bide, hikûmetek e ku niha di ew qasê lewazî û bêhêziya xwe de ye, di warê aborî, leşkerî, teknîk û ev tiştên din. Piranî li ber çavê xelkê wisa nîşan didin, lê ne wisa ye. Lewra di niha de ber bi herifîn çûna Komara Îslamî ji her demekê zêdetir e, û bi xwe jî, ji vê yekê tirsiya ye. Bitaybetî bo Komara Îslamî ya Îranê cuda ji tundûtîjî û serkut û tevdanîkariyan, tu çareseriyek din di ber dest de nînin, û hikûmetek weha di vê cîhanê de cih nagire, û xelk her çi qas di bin zext û givaşê de be, lê di dawiyê de vê hikûmet û deshilatdariyê qebûl nakin.

Hemwelatiyên rêzdar!
Hez dikim di dawiya gotinên xwe de li ser mijara ku niha di Kurdistana Îraqê de di rojevê de ye û piroseyek siyasî a nû tê amadekirin, nêrîn û dîtingeha PDKÎ pêşkêş bikim. Bas ji mijara du refrandoman e. Yek bo herêma Kerkûk û herêmên ser bi vê parêzgehê ne, û ya duyemîn, refrandomek bona diyarîkirina qedera Kurd di vê para Kurdistanê de ye. Şik û goman di vê yekê de nînin ku piraniya xelkê Kurd, ne tenê her di Kurdistana başûr de, belkî di tewahiya parên Kurdistanê de mafê diyarîkirina qederê, bi mafê xwe dizanin. PDKÎ bi dehan salî ye ku di pêxema vê hêviyê de qorbaniyan dide û fîdakariyan dike. Lewra em weke PDKÎ mafê diyarîkirina qederê bona xelkê Kurdistana Başûr û hemû parên din ên Kurdistanê ne tenê her cihê rêz û hurmetê dizanin, belkî cihê piştevaniyê ye bi hemû îmkanat û şiyana me ve. Lê em hez dikin li ser du nîgeraniyên xwe jî biaxivin. Ya yekemîn mijara yekrêziya xelkê Kurdên Başûr e di pewvendî tevî vê mijara çarenivîs saz û girîng de. Em mijarê weha dibînin ku garantiya serkevtina diyarîkirina qederê, yekrêziya xelkê Kurd e, bitaybetî ku niha dujminên gelê Kurd û serveyî hemûyan Komara Îslamî ya Îranê, bi hemû hêz û şiyanên xwe kar dikin ku walahiyan bixin nava rêzên Kurdan di vê parê de. Em hêvîdar in ku gelê Kurd ku li Başûrê qedera xwe diyarî dike, yekrêz û yekgirtî be. duyemîn nîgeraniya me ev e ku mijara han ji aliyê xûşk û birayên me li Başûr de nehatibe ravekirin ku biryara xweseriyê û diyarîkirina çarenûsê, hewceyî bi qurbaniyeke nû, tehemolek zêdetir û berxwedanê ye. Nabe tu daxwaza xweseriyê bikî û tewahiya hewcehiyên jiyana te jî bên dabînkirin. Benzîn hebe, nan hebe, ser êşî nebe, toz li ser tu cihekî nerûne, tiştek weha di cîhanê de neqewmî ye. Lewra em dibêjin ku deskevtên ragehandina xweseriyê di kurtmideh de, yanî asteng û arîşeyên cur bi cur û xebatek nû li şiklek nû de bo xelkê vê beşa Kurdistanê. Lewra xelkê Kurd eger daxwaza xweseriyê dike ku cihê şanaziyê ye bo hemûyan, dibe amade û xweragir be li hember wan kêmasiyan de. Bi taybetî ku me dujminek weke Komara Îslamî ya Îranê li kêlekê heye. Tevî hemû wan arîşeyan ku tên pêşbînîkirin, lê hekî mijara han bi hûrî hatibe lêkdan, ji aliyê xelkê Kurde ve ji aliyekê û serkirdeyên siyasî ji aliyek din ve, renge niha dem û rewş, herî baş be bona diyarîkirina mafê qederê di vê para Kurdistanê de. Ez hêvîdar im ku serkirdeyên Kurd ku xwediyê berpirsyariyek mezin û dîrokî ne, di vê peywendiyê de amadekariyek tewaw kiribin.

Ew hêviya me ye ku di vê qonaxa xebat û tekoşîna xûşk û birayên xwe li Kurdistana başûr de, em şahidê gellek serkevtinên mezin bin , jiber ku em li ser vê baweriyê ne ku biryareke bi vî rengî û bi encam gehandina wê, ne tenê her deskevta gelê Kud li Kurdistana başûr e, belkû deskevta gelê Kurd di hemî parçeyan din, û hemî cîhanê de ye, lewra berpirsayetiya serkirdeyên gelê Kurd, partî û saziyên siyasî di pêkanîna yekdengiyê di lêkdanewe û hûrbûniya di vê pirsê de, gellek hewce ye, jiber ku ew pirs tenê pêwendiya wê bi qedera Kurd di vê beşê de nine, belkû pêwendiya wê bi hemî beşan ve heye, û heya dikarim bêjim ku ew biryar pêwendiya wê, bi proseya demokrasiyê li Rojhelata Navîn ve jî heye, Em weke PDKÎ bi nîgeranî ve li vê piroseyê dinêrin, û eva ku di vê derheqê de bo serkevtina vê piroseyê hewce ye, em weke erk û wezîfe amade ne ku tab bikin, jiber ku ew yek hêviya hemû neteweya Kurd e, hêviya şehîdên me ye ku di vê riyê de serê xwe danîn, û em dizanin ku ew yek dikare nivşên pêşerojê ên me bextewer bike, û riha hemû şehîdên şad bike.

Gellek spasiya we dikim, û careke din em peymanê nû dikin, di gel rêbaza Dr. Qasimlo, û emê bi dijminên xwe jî ragehînin, ku her wek li 25 salên borî de, bo wan derketiye, ku Dr. Qasimlo tenê cesteyeke fîzîkî nebûye, Dr. Qasimlo bîr û hizr û rênîşandayîn bû ku niha jî ew rê berdewam e, û rêvîngên wê riyê, roj bi roj di zêdebûn, û bi hêzbûnê de ne.

Serkevtî bin