Kurdistanmedia: Pirsa bi rêve çûna rapirsî di Herêma Kurdistanê bo serbixweya Kurdistanê, girîngtirîn mijara hevdîtina şanda komîteya PDKÎ û liqa 7’a PDK di Amrîkayê de bû.
Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Sêşemî 19’ê Tîrmeha 2014’an, şandek ji komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya Cemal Ebdullahzade berpirsê komît, serdana liqa 7’a partiya Demokrat a Kurdistanê kir û ji aliyê heyeta PDK bi serpereştiya Hikmet Bamernî berpirsê liqê ve hatin pêşwazîkirin.
Di vê hevdîtinê de guherînên Kurdistanê û deverê û pêwendiyên navbera PDKÎ û PDK hat gengeşekirin.
Heyeta PDKÎ di vê hevdîtinê de piştîwaniya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û komîteya partê di Amrîkayê de ji bo encamdana rapirsî li Herêma Kurdistanê û diyarkirina mafê çarenivîn bi wan ragehand.
Hikmet Bamernî serbarê bilind nirxandina helwêsta neteweyî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li ser berdewamiya pêwendiyên du aliyan pêdegirî kir.