Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya heyetek PDK Îran – Siwîs di konferansa rewşa mafên mirovan di Îranê de

17:16 - 20 Hezîran 2012

Kuridstanmedia: Heyetek Komîteya PDK Îranê – Siwîs, di konferansa rewşa mafên mirovna di Îranê de li Jinêvê beşdarî kir.

Li gor nûçeyê gihîşît malpera Kurdistanmedia, berwar 18’ê Hezîrana 2012’an, heyetek Komîteya PDK Îranê – Siwîs bi serperestiya birz “Bawa Elyasî” di konferansa rewşa mafên mirovan di Îranê de beşdarî kir.
Di konferansa ku kesayetiyên weke birêz “Mistefa Hicrî” Sekreterê Giştî yê PDK Îranê, birêz “Karlos Samroga” Parlemantarê Siwîsê, birêz “Nasir Bolîdeyî” Endamê Kongireya Netewên Îrana Federal û birêz “Orîta Dîpogacyo” Nûnerê Firans Lîberte beşdar bûn.
Di navbirrên birrgeyên konferansê de heyeta Komîteya PDK Îranê - Siwîs li gel çend kesayetî û ji wan nûnerên Firansa û Siwêdê li miqerê “UN”, li Jinêvê hevdîtin kirin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê