Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Deftera Siyasî ya PDKÎ bi boneya birêveçûna heftemîn pilînoma Komîteya Nawendî

16:36 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Heftemîn pilînoma Komîteya Nawendî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê piştî 3 roj kar berdewam dawî hat û di vê pêwendiyê de Polîtbîroya PDKÎ daxuyaniyek bilav kir.

Deqa daxuyaniyê bi vî awayê ye:

Bo agehdariyê em radigehînin ku 7’emîn pilînoma Komîteya Nawendî ya PDKÎ, hilbijartiya kongireya 15, demjimêr 9:30 deqeyên roja Şemiyê, 28.041393’an (19.07.2014) bi beşdariya endamên eslî û endamên cihgirê Komîteya Nawendî pêk hat, û piştî sê rojan karê berdewam, piştînîvroya roja Duşem 30’ê Pûşperê dawî bi karên xwe anî.

Heftemîn pilînoma Komîteya Nawendî bi ragirtina deqeyekê bêdengî bona rêzgirtina ji riha pak ya şehîdan det pê kir. Piştî pesendkirina vê destûra kar ya ku pêştir endamên rêberatiya PDKÎ jê hatibûn agehdarkirin, sekreterê giştî yê PDKÎ, Mistefa Hicrî, tevî bixêrhatinkirina beşdaran lêkdaneweyeke siyasî ku zêdetir guhertinên di navbera du pilînomên şeş û heft ê Komîteya Nawendî de, bi xwe ve girtibû, pêşkêşî beşdarên pilînomê kir.

Di lêkdaneweya sekreterê giştî yê PDKÎ de, û di pêwendiya di gel Îranê de, qala du hikûmetan di Îranê de hate kirin ku yek ji wan weke dewleta fermî lê bê deshilat. Ya din deshilateke ne fermî, lê biryarder û xwedî deshilateke bê sînor e, ku ew jî weliyê Feqîh e, û li serveyî vê deshilatê ye, û dezgeha dadweriyê, û Spaha Pasdaran û Îtilaat li jêr fermana wê de ne. Dewleta fermî û serkomar xwe bawerî bi guhertinên demokratîk nine, û hekî bixwazin ku ji bo bîr û raya giştî axavtinekê bikin, yan jî pêngaveke biçûk ji bo cîbicîkirina beşeke kêm ya sozên hilbijartinê, yan daxwaziyên xelkê hilgirin, li gel dijkiryara deshilata ne fermî berbirû dibin, weke vê ku li van dawiyane, û di pêwendî di gel wergirtina hejmarek ji mamostayan û xwendekarên derkirî yên zankoyan, di serdema Ehmedînijad de hate dîtin, ku çawa dijkiryar li hember de hate nîşandan, û Xamineyî bixwe di gotarekê de, hebûna girûpên siyasî di nava zanîngehan de, weke jehreke kujer nav bir, û ji mamostayên zanîngehan daxwaz kir ku bi tundî pêşiya wan karan bigrin. Ew pirs her bi vê yekê dawî pê nehat, belkû dijkiryara nûnerên pawanxwaz ên meclisê û çend kesên naskirî yên rejîmê jî li pey xwe hebû.

Lêkdaneweyê qala vê yekê kiribû ku hekî Ehmedînijad carna li hemberî Xamineyî de disekinî, herçend ku di encamê de serî jêre ditewand, lê Rûhanî heya bi nermî jî rawestanekê li hember de, ji xwe nîşan nade, lewra deshilata na fermî, bihêztir xwe derxistiye û astengek wisa li hemberî xwe de nabîne. Zêdetir ji vê jî, û ji dema ku Rûhanî hate ser kar, binpêkirina mafê mirovan, û îdam û bêkarî û hejarî di zêdebûnê de ne. Birêveçûna faza yekemîn ya armancdarkirina “yaraneyan”, hêz û şiyana aborî ya malbatan %25 anî xwar, û %31 malbatan li jêr hêla hejariyê de ne, bi vî halî jî, û serbarê çaresernebûna kêşeya etomî di gel cîhana derve, destêwerdana di nav karûbarên welatên weke Îraq, Sûriye, Lubnan û ...hwd de, zêde bûye, û agirê şerê Şîe û Suniyan di herêmê de xweş dike.

Her di vê pêwendiyê de, qala rewşa opozisyona Îranê û neraziyên di navxwe ya rejîmê de hatibû kirin, û pêgeha her yek ji wan hatibû nirxandin.

Di pêwendî di gel rewşa Kurdistana Îranê de, lêkdaneweyê ji bilî abskirina ji zêdebûna rêjeya îdamê û zindanîkirin û xiraptirbûna rewşa derbazkirina xelkê, bas ji vê kiribû ku cudahiyeke wisa di navbera dewrana Ehmedînijad û Rûhanî de xûya nake. Herwisa qala vê yekê kir ku di warê aborî û geşekirinê de, çar parêzgehên Kurdakincî li gorî parêzgehên din, di pileya herî nizim de ne, bi vî halî jî serbarê zextên rejîmê, hesta neteweyî û xebata mafxwaziya xelkê Kurdistanê her bilind û berdewam e.

Lêkdaneweyê alîkarî û hemfikriya di navbera hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê di rewşa niha de, weke hewcehiyekê da zanîn, ku hewce ye şopandineke bi kiryar jêre bihê kirin.

Di lêkdaneweya sekreterê giştî yê PDKÎ de, qala Tirkiyê û Kurdistana Bakûr hatibû kirin û rewta siyasî di vî welatî, û doza Kurd di vê para kurdistanê de, û pêvajoya aştiyê di gel PKK destnîşan kiribû, û herwisa pêwendên siyên ên PDKÎ di gel hêzên siyasî ên wê beşa Kurdistanê de, bi erênî nirxandibû, û her di vê pêwendiyê de, siyaseta Tirkiyê li hemberî Kurdistana Başûr, û aliyên siyasî, û aborî yên wan pêwendiyan, bo her du aliyan bi mifah dabû zanîn, û pêşbîniya vê kiribû ku hilbijartinên pêşiya me ya serkomariyê di Tirkiyê de, dikare bandoreke taybet li ser rewşa wî welatî û pêvajoya aştiyê hebe. Lêkdaneweyê awriyek li rewşa Îraqê û van kêşeyan dabû ku di çend mehên borî de, berbirûyê wî welatî bibû, û rewş ji bo destêweredana welatên din û cîranên wê, di vî welatî de pêk aniye.

Lêkdaneweyê hokarên giring ên vê rewşê, weke encama siyaseta ne durust û hejmûnîxwaziya serokwezîranê Îraqê bas kiribû, ku bi kiryar Suniyên Îraqê avêtibû aliyekî, û li hemberî Herêma Kurdistanê, bi dûr ji yasayên Îraqê, reftarên dijberane girtibû pêşiya xwe, û bi cîbicînekirina madeyên yasayê, û birîna budceya Kurdistanê, û mûçeya karsazan, û çaresernekirina kêşeyên helawîstîmayî, rewş ji bo geşkirina nakokiyan di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêk aniye. Lêkdaneweyê ew eger destnîşan kiribû ku bi man yan nemana Malikî di posta serokwezîrên Îraqê de, ber bi rûyê Îraqê dibin, û bi berçavgirtina tewahiya nakokiyan û şer û aloziyan di vî welatî de, û bi taybetî nifûza zaf ya Komara Îslamî, seqamgîriyeke bi lez û berdewam zehmet e.

Lêkdaneweyê baleke taybetî dabû Herêma Kurdistanê û wê rewşa ku jêre pêk hatiye, û ew metirsî destnîşan kiribûn ku renge rû bidin.

Erka Herêma Kurdistanê di warê parastina deskevtan, û pêregihîştina bi jiyan û derbazkirina bi milyonan awareyên Sûrî û Mûsilî, û herêmên din, ew jî di vê rewşa aboriya ku heye, gellek giran e, lê ya ku dikare Kurdan bi ser astengiyan de zal bike, û deskevtên wê parastî bin, û bernameya rapirsiya giştî û diyarîkirna mafê çarenûsê û cîbicîkirina her biryarekê ye ku bixwe di berjewendiya xwe de bide, û bike rastiyek, ew hemû girêdayî yekgirtina hêzên siyasî û lihevkirina komên xelkê di gel vê rewşa nû, û dûrbûn ji nakokiyan e.

Siyaset û helwesta PDKÎ, li hemberî rewşa Herêma Kurdistanê, piştevanîkirina ji îradeya xelkê bo biryardana li ser çarenûsa xwe ye.

Lêkdaneweya sekreterê giştî yê PDKÎ di pêwendî li gel Sûriyê, û Kurd di vî welatî de, ku herçend alîkariyên malî û leşkerî û keresteyên leşkerî ên hevalên Beşar Esed heya niha ew rejîma ragirtiye, û ji herifînê rizgar kiriye, û serbarê vê bi nav hilbijartina ku Beşar Esed bo mana xwe bi rêve bir, şer û pevçûn bi van zûkatiya bi dawî nahê, û Kurd jî di vî welatî de, ku ne rejîma Beşar Esed mafê wan qebûl dike, û ne jî opozisyon, hewce ye ku bi hevgirtina wan bixwe, û bi dûr ji hejmûnîxwazî û berjewendiya teng ya rêkixraweyî bibin xwedî nasname, û bi bandor bin. Di pêxema berjewendiya Kurd di Sûriyê de PDKÎ her weke derbazbûyî piştevaniya deshilata kurd bi beşdariya hemû aliyan di vê parçeyê ji Kurdistanê de dike, û yekdengî û hevhelwestiya wan weke zaminê parastina her deskevtekê dizane.

Sekreterê giştî yê PDKÎ piştî vê lêkdaneweyê raporek di pêwendî li gel sefera xwe bo welatên Ewropayî, hevdîtin, semînar û kom û civînan, û rewşa komîteyên PDKÎ, di van welatan de pêşkêşî beşdarên pilînomê kir.

Di beşek din ya karê pilînoma heftemîn de, piştî lêkdanewe û rapora sekreterê giştî yê PDKÎ, çend rapor û zaniyariyên hûrtir li ser rewşa Îraqê û Herêma Kurdistanê, û rewşa navxwe ya Kurdistana Îranê, û rewşa Tirkiyê û Kurdistana Bakûr ji aliyê çend hevalên Deftera Siyasî ve bi agehdariya beşdarên pilînomê gihîşt.

Beşdarên pilînomê paş pêşkêşkirina van lêkdanewe û raporan, çalakane ra û boçûna xwe di pêwendî li gel hemû van mijaran eşkere kirin û bi hûrî bas li ser kirin, û di encamê de ew lêkdanewe pejirandin.

Beşek din ji karê pilînomê pêk hatibû ji raporekê li ser çawaniya karûbarên amlî ên PDKÎ, ji aliyê berpirsê vê beşê ve, ku piştî pirsiyar û bersiv û rohnbûna bernameya karê malî, ji aliyê hevalan ve, ew çalakî hate pejirandin û hevalê berpirs hate erkdarkirin bona dirêjîdan û ber bi pêşvebirina bernameya karê xwe.

Di beşeke din ya karê pilînomê de, biryar bo pêkanîna semînarekê hate dan, bi armanca nirxandina kar û çalakiyên PDKÎ di heyama du salên paş kongireya 15’ê a hizbê, û şêweya birêveçûna wê hate diyarîkirin, pilînomê bo vê armancê heyeteke amadekariyê diyarî kir ku rewşê bo pêkanîna semînarê pêk bîne û amadekariyên hewce jêre bike.

Beşeke din ya karê pilînomê komek pirsên navxweyî, bo çalaktirkirina PDKÎ, di warên cur bi cur ên tekoşînê, û bi taybetî di rewşa niha de, û bi berçavgirtina hemû egeran hatin baskirin, û komeke biryar bo wan hatin dan. Cuda ji wan pilînomê çend rasparde ji bo organên hizbê dan, bona vê ku di pêvajoya kar û tekoşîna xwe de wan berçav bigrin.

Pilînoma heftemîn ya Komîteya Nawendî, bi berçavgirtina wan kar û çalakiyên berfireh û berçav, ku bi boneya 25’emîn salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo li derveyî welat, li Herêma Kurdistan û li navxwe ya welat de, bi hewl û tekoşîna endam û alîgir û hevalên PDKÎ bi rêve çû, bi hewce zanî ku spas û pêzanîna xwe pêşkêşî hemû têkoşerên hizbê di navxwe ya Kurdistanê, li Herêma Kurdistanê û li welatên Ewropyî û herwisa ji dost û ji kesayetiyên Kurd ên Îranî û Ewropayî, û wan dezgehên ragehandinê bike ku di rûmalkirina van çalakiyan de zehmeteke zaf dîtin.

Heftemîn pilînoma Komîteya Nawendî ya PDKÎ, piştî encamdana erkên xwe di pêwendî li gel destûra karê pilînomê de, paşnîvroya roja Dûşemî, 30’ê Pûşperê dawî bi karên xwe anî.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî
31.04.1393
22.07.2014