Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Derecedarekî hengê sînorî yê Urmiyê bi sedema mayînên çandî ên rejîm hat kuştin

22:20 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Di devera Kêleşîna Urmiyê de, derecedarekî hêzên ser sînorî yê Urmiyê, bi sedema teqîna mayînên çandî ji aliyê rejîma Îslamî a Îranê ve hat kuştin.

Li gor rapora kurdistanmedia, di roja Çarşemî 16’ê Tîrmeha 2014’an de, bi sedema teqînên mayînên çandî ên hêzên rejîma Îslamî a Îranê li devera Kêleşîna Zêwe ya ser bi bajarê Urmiyê, endamekê hêzên
Întizamî ên rejîm ji hengê sînorî yê Urmiyê bi navê Xulamriza Fûladî hat kuştin.

Li gor raporta han, derecedarê rejîm bi sedema ketina ser mînê dije mirovî demdest canê xwe ji dest da û piştî rojek ragirtin di navendên pizişkî de termê wî definand in.

Bi sedema teqînên mayînên çandî yên rejîma Îslamiya Îranê salane hejmarekî zaf ji hamwelatiyan û bi xasmanî rûniştiyên sînoran canê xwe ji dest didin, an kêm endam û bîrîndar dibin.

Bikaranîna mayînên dije mirovî di dema şer û aştî de ji aliyê rejîma Îslamî a Îranê ve û herwiha paqij nekirina mayînên çandî ên serdemê şerê navbera Îran û Îraqê ew qurbaniyane dorde hebûne û cuda ji welatiyan, memûr û kirêgirtiyên rehîma Îranê jî bi wî sedemî dibine qurbanî.