Kurdistanmedia: Hêzên îdareya Îtilatê ya rejîma Îslamî a Îranê li Şahîndijê li parêzgeha Urmiyê, çar hemwelatiyên Kurd binçavkirin û bo îdareya Îtilatê veguhastin.
Ajansa nûçegihaniya Kurdpa bilav kir, di çend rojên derbasbûyî de, 4 kes xelkên Şahîndijê, ji aliyê hêzên Îdareya Îtilatê ya rejîma Îslamî a Îranê ve hatin girtin û bo îdareya Îtilatê hatin veguhastin.
Li gor raporê, di roja Sêşemî 22’ê Tîrmeha 2014’an de, hêzên îdareya Îtilatê 3 kes ji rûniştiyên gundê Gûzlûya Efşar a ser bi Sayîn Kela (Şahîndijê) bi navên Perwîz Qisqî, kamil Suhrabî û Esed Şa Mihemedî destbiser kirin.
Sê hemwelatiyên han piştî girtina wan bo îdareya Îtilatê ya rejîma Îslamî a Îranê di Şahîdijê de hatin veguhastin.
Di heman rojê de, hêzên Îtilatê êrîş kirine ser gundê Îngîcê, kesek bi navê Mehmûd Mîrzayî binçav kirin û bo îdareya Îtilatê veguhastin.
Ew kesane niha di girtîgeha îdareya Îtilatê ya rejîma Îranê di Şahîdijê de dimînin û heta niha sedema girtina wan hemwelatiyane nehatiye eşkere kirin.
Li gor serhejmariyêm ajansa Kurdpa, di meha Pûşper a 1393’an a Rojî de, 44 hemwelatiyên Kurd di deverên Kurdakincî yên Îranê de hatine girtin.