Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî PDKÎ di Urmiyê de wefat kir

15:15 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Endamekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi sedema nexweşiyê di yek ji nexweşxanên bajarê Urmiyê de çû ber divovaniya xwedê.

Li gor rapora Kurdistanmedia, Baqî Îbadî endamê PDKÎ û xelkê gundê Gamîşgolî a devera Aleşîna Bokanê, di roja Înê 25’ê Tîrmeha 2014’an de, bi sedema nexweşiyê koça dawiyê kir.

Baqî Îbadî sala 2013’an bi fermî bibû endamê PDKÎ û xwe bi rêxistina nepenî a PDKÎ dabû naskirin.

Navbirî endamekî çalak yê PDKÎ bû erkê partê û nîştimanê bi dilsozî ve cî bi cî dikir.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê serxweşî ji malbat û kes û karê “Baqî Îbadî” dike û xwe di xem û kovan û pejara wan de bi şerîk û pişikdar dizane.

Riha wî şad