Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Diya pêşmergeyekî PDKÎ wefat kir

21:11 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Dayîka Selam Îsmaîlpûr pêşmergê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di yek ji nexweşxanên bajarê Kirmanşanê de çû ber dilovaniya xwedê.

Li gor rapora Kurdistanmedia, Gewher Mistefayî dayîka Selam Îsmaîlpûr pêşmergê PDKÎ roja Înê bervara 25’ê Tîrmeha 2014’an, di temen 59 saliyê de di yek ji nexweşxanên bajarê Kirmanşanê de malavayî ji jiyanê kir.

Gewher Mistefayî, keça rehmetî Hacî Emîn Mistefayî, kesayetiya xweşnav a devera Zerdoyî, sala 1334’an a Rojî li gundê Riwan a Zerdoî ji dayîk bûye û xwediyê sê kur û çar keç bûye.

Yek ji kurên Gewher bi navê Selam Îsmaîlpûr di navê rêza pêşmergên PDKÎ de ye.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê serxweşî ji malbat û kes û karê “Xanima Gewher Mistefayî” û bi xasmanî Selam Îsmaîlpûr dike û xwe di xem û kovan û pejara wan de bi şerîk û pişikdar dizane.

Riha wê şad