Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Bokanê de dayîka şehîdekî riya rizgariya Kurdistanê wefat kir

21:32 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Amîne Xatûn Çûpanî diya şehîd Riza Pîrotî li gundê Saruqamîş a ser bi devera Aleşîna Bokanê, çû ber dilovaniya xwedê.

Li gor rapora Kurdistanmedia, çend roj berî niha Amîne Xatûn Çûpanî dayîka şehîd Riza Pîrotî bi sedema nexweşiyê di temen 69 saliyê de koça dawî kir.

Şehîd Riza Pîrotî sala 1342’an a Rojî li gundê Saruqamîş a ser bi devera Aleşîna Bokanê ji dayîk bûye û sala 1359’an a Rojî bûye pêşmergê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di hêza şehîd Pêşewa de û sala 1363’an a Rojî di cihekê bi navê Şamat hatiye şehîdkirin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê serxweşî ji malbat û kes û karê Amîne Xatûn Çûpanî dike û xwe di xem û kovana wan de bi pişikdar dizane.

Riha wê şad