Kurdistanmedia: Piştî girtina sê rojnamevanên Amrîkayî di çend rojên derbasbûyî de, di Îranê de hejmara girtiyên rojnamevan û wêbnivîs gihîşte 65 kesan.
Rêxistina peyamnêrên bêsînor di daxuyaniyekê de ragehan: Îranê bi girtina 10 jinên rojnamevan û wêbnivîs, di cîhanê de mezintirîn girtîgehe bo rojnamevanên jin.
Herwiha saziya han bilav kir, 7 kes ji wan 10 rojnamevanan ceza 6 meh heta 20 sal girtîgeh bi ser wan de hatiye sepandin.
Di bervara 21’ê Tîrmeha 2014’an de, Yêganê Salihî harîkara bilavoka Îngilîsî zimanê neşnala îmarata yekgirtî a Erebî hevdem tevî hevjînê xwe Cîson Rizayan rojnamevanê Amrîkayî bi regez Îranî û harîkarê rojnameya Washington Post û wênegirekî din yê Amrîkayî hatin girtin û bi girtina vê jinê, Îran bû mezintirîn girtîgeha jinên rojnamevan û wêbnivîs di cîhanê de.
Bi giştî Îranê di cîhanê de pênçemîn welate bo girtiyên rojnamevan û mezintirîn welate bo girtiyên rojanamevanên jin.