Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xoyê/ Du hemwelatiyên Kurd bi tometa endametî di Partiyên Kurdî de hatin binçavkirin

14:46 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Du welatiyên Kurd xelkê devera Elend a ser bi bajarê Xoyê, ji aliyê hêzên Ewlehî yên rejîma Îslamî a Îranê ve hatin girtin û bo ciheke nediyar veguhastin.

Malpera komîteya PDKÎ li Danîmarkê bilav kir, di roja Duşemiyê 28’ê Tîrmeha 2014’an de, du hemwelatiyên Kurd bi navên Mihemed Mîlanî û Tacedîn Memekanî, xelkên devera Elend a ser bi bajarê Xoyê, ji aliyên hêzên Ewlehkar yên rejîma Îslamî a Îranê ve bi tometa “endametî li partiyên Kurdî ên dijberî rejîma Îranê” hatin girtin.

Malpera komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Danîmarkê li devê yek ji çavkaniya hayîdar ve bilav kir: Hêzên Ewlehkar bi sedema xwe radest nekirina wan du welatiyên Kurd, bi dijwarî kariye di tirmînala bajarê Xoyê de wan destbiser bike.

Ew du hemwelatiyên han piştî binçav kirina wan bo ciheke nediyar hatine veguhastin.

Piştre jî Mihemed Mîlanî bi sûça bilind kirina ala Kurdistanê di govendekî devera Kotol de hatibû girtin ku piştre bi danîna wesîqe û cerîma nexdî hat azadkirin.