Kurdistanmedia: Hemwelatiyekî Kurd ji aliyê hêzên Çekdarên rejîma Îslamî a Îranê ve di riya gundên Elk bo Serawkam a ser bi bajarê Kamyaranê kete ber destdirêjiya gulleyan û di encam de hat kuştin.
Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Çarşemî bervara 30’ê Tîrmeha 2014’an, Cibreîl Mistefayî temen 26 salî û kurê Îbrahîm û xelkê gundê Serawkam a ser bi bajarê Kamyaranê, kete ber qulleyên raste rast ên hêzên îdareya Îgahî yê vî bajarî û hat kuştin.
Şahîdekê bûyerê bi peyamnêrê malpera Kurdistanmedia ragehand: Cibreîl di demekê de bi motorsiklet xastiye ji bajarê Kamyaranê vegere gundê xwe, ji riya navbera Elk bo Serawkam, kete ber destdirêjiya gulleyên hêzên rejîma û canê xwe ji dest da.
Sedema kuştina navirî ji aliyê hêzên rejîma Îslamî a Îranê ve, nehatiye eşkerekirin.
Hêjayê gotinê ye, Cibreîl çend roj berî mirinê tevî yek ji memûrên îdareya Îtilatê a rejîma Îranê tûşî pirsgirik bûye û ji aliyê Îtilatê ve gefa kuştin jê hatbû kirin.