Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Werin em Ekrem Beg Cemîl Paşa bibîr bînin(Konê Reş)

14:06 - 2 Tebax 2014

Konê Reş

Ji nav van çend malbatên dêrîn, ku di bajarê Amedê de, ji sedê salan ve dijiyan, wek malbata: Zulfî Zade, Birincî Zade, Hacî Îbrahîm efendî û Cemîl Paşa, ji tevan bêtir malbata Cemîl Paşa nav û deng di nav kurdan de daye û navê bajarê Diyarbekirê, bedena diyarbekirê bi navê wan ve hatiye girêdan û naskirin. Hem jî, ev malbat, di warê xebata kurdparêziyê de hatiye naskirin, nemaze bi van mirovên xwe yên xebatkar û kurdperwer wek: Omer Cemîl Paşa, Qedrî Cemîl Paşa, Ekrem Cemîl Paşa, Wecdî Cemîl Pa‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏şa û hin neferên malbata Cemîl Paşa yên din.

8961.jpg
Ekrem Beg Cemîl Paşa

Ekrem Beg Cemîl Paşa: Ew di sala 1895an de li Amedê (Diyarbekirê) çêbûye, di sala 1975an de li Şamê koça dawî kiriye. Di destpêka çerxê 20an de bi birayê xwe re li Lozan dixwend. Di destpêka şerê cîhanî de vegerya Stenbolê û tevî tevgerên kurdan bû. Û pir kar di komeleyên kurdan de kiriye.

Di sala 1919an de, bi Mîr Celadet Bedirxan û birayê wî Dr. Kamîran Bedirxan re, di gel mêcer Newêl yê Ingilîzî re li kurdistana bakur geryane, da ku daxwazên gelê kurd nasbikin, berî ku peymana Sîverê bê mohrkirin di na bera hevalbenda û dewleta Osmanî de .

Di sala 1925 an de, têkiliyên Ekrem beg bi Şoreşa Şêx Seîdê Pîran re hebû, bi hilweşandina şoreşê re, Ekrem beg li Stenbolê hate girtin û navê wî hate xwendin bi darvekirinê.

lê bi hêza zêran hate berdan.
Wêne: Ekremê Cemîl Paşa bi cil û bergên Kurmancî.

Naveroka vê nivîsê nerîn û raya nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistanmedia jê berpirsiyar nine.