Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tûşbûn di nesaxiya “AIDS” di riya pêwendiyên cinsî du hember bûye\\ amarên zanîngehî

15:47 - 21 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Li gor raporên zanîngehên pijîşkî, heya buhara îsal 24290 kesên tûşbûyî bi “AIDS” û “HIV” di Îranê de hatine naskirin û veguheztina wê nesaxiyê di riya pêwendiyên cinsî ve jî 10 ji sedî zêde kiriye.


Nûçegihaniya “Mêhr” ragihand, li gor amarên komkirî di zanîngehên Zanista Pijîşkî ên seranserî Îranê de heya berwar 21’ê Adara 2012’an, bi giştî 24 hezar û 290 kes tûşbûyên vîrosa “HIIV\\AIDS” di welat de hatine naskirin ku 90\\8 ji sedî mêr û 9\\2 ji sedî jî jin pêk tînin.
Li gor raporên riyên tûşbûn bi nesaxiya “AIDS”ê di sala 2011’an, di riya tezrîqî 62\\5 ji sedî, pêwendiyên cinsî 21\\2 ji sedî û veguheztin ji dayîk bo zarok 3\\9 ji sedî û 12\\4 ji sedî jî bi awayên cur bi cur ên nerohn in.
Lêklolînên han nîşan didin ku tûşbûn bi nesaxiya “AIDS”ê di riya pêwendiyên cinsî ve du hember bûye.
Di meha derbasbûyî de Merziye Wehîdî Destcêrdî, Wezîra Saxlemiyê a Îranê, bi amajekirin bi vê ku amarek rast a tûşbûyên “IDS”ê di berdest de nine got: Niha 22 hezar nesaxên “AIDS”ê di Îranê de hene.
Eva di halekê de ye ku Wezareta li jêr serperestiya wê de di Tîrmeha sala derbasbûyî tûşbûyên “AIDS”ê di Îranê de 23 hezar û 125 kes ragihadibû. Amara ku li gel amara Wezîra Saxlemiyê cuhaî heye.
Çalakên warê saxlemiyê herwa ragihandina amaran ji aliyê dewletê ve rexne dikin û bi awayek normal amara tûşbûyan bi “AIDS”ê di Îranê de pêtir ji 100 hezar kesan didin zanîn.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê