Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistan pêtir mîlîtarîze dibe

15:55 - 21 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Mîlîtarîzekirina deverên Kurdistanê bi taybetî devera Hewramana Merîwanê zêde bûye.
Li gor nûçeyê gihîşîtî malpera Kurdistanmedia, serêsiba îro 21’ê Hezîrana 2012’an, 3 hezar kes besîc li jêr navê “Karwanê Rahiyani Nûr” seredana deverên sînorî ên navbera Îran û herêma Kurdistanê dikin û helmeta han li gundê “Dizlî” yê ser bi devera Hewramana Merîwanê destpê kiriye û heya deverên Pîranşarê berdewam dibe.
Hatina karwanên han bo Kurdistanê bûye seba mîlîtarîzekririna Kurdistanê û rejîmê hêzek zaf xistiye wan deveran û bi awayekê ku pirraniya navendên Sipahê li Merîwanê bi têldirûyê hatine qorixkirin û hêmayên zêde ên “rawestan qedexe ye” li ser cadeyan hatiye danîn.
Navendên Sipahê bi kamêrayên çavdêrî dihên konterolkirin û gerînên şevan li Merîwanê pêtir bûne.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê