Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî PDKÎ di Seqizê de wefat kir

21:02 - 2 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Seîd Husênzade, endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi sedema hizimtina erd canê xwe ji dest da.

Li gor rapora Kurdistanmedia, endamekî PDKÎ bi navê Seîd Husênzade naskirî bi Mame Se’î Seyîfava, roja Pêçşemî 31’ê Tîrmeha 2014’an, bi sedema hizimtina zevî di bajarê Seqizê de di temen 67 saliyê de çû ber dilovaniya xwedê.

Li gor raporê, xelkekî zaf li bajarên Seqiz, Mihabad û Bokanê seba xweşnavî û welatperweriya endamê PDKÎ yê han di serxweşiya wî de pişikdar bûn.

Seîd Husênzade endamê wefadarê PDKÎ kesayetiyekî xweşnav û hezkiriyê xelkê û bi xasmanî deverên Xurxure û Tîleko ya bajarê Seqizê bû.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, serxweşiya xwe ji malbat û kes û karî wî dike û xwe di xem û kovana wan de bi pişikdar dizane.

Riha wî şad be

8980.jpg