Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ebdulbasit Seyda: Em xwe ji qonaxa piştî Beşar Esed re amade dikin

16:28 - 21 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Ebdullbasit Seyda Serokê Encumeta Nîştimanî a Sûriyê di got û bêjekê de li gel televîzyona “Elerebiye” got: Encumena Nîştimanî xwe ji qonaxa piştî Beşar Esed re amade dike.


Navbirî riftarên civaka navnetewî li hember rewşa xelkê Sûriyê rexne kir û herweha nebûna yekbûna dijberên rejîma Esed di Sûriyê de maje kir ku jihev dûrbûna opozîsyona Sûriyê encama nebûna îradeya navnetewî a bibandor di piştevanî ji xelkê Sûriyê li hember rejîma Esed de ye.
Eva di halekê de ye ku li gor malpera “Elerebiye”, di 24 demjimêrên derbasbûyî de pêtirî 66 kes ji dijberan ji aliyê hêzên rejîma Esed ve hatine kuştin.
Herweha Komîrteya Hevahnegî a Sûriyê ragihand ku îro Pêncşemî hêzên rejîma Esed êrîşek berfireh li dijî xelkê bajarê Hemmayê destpêkiriye ku heya niha 10 kes hatine kuştin.
Bajarê Himsê ku heyamê du heftiyan e ji aliyê rejîma Esed ve hatiye dorpêçkirin, Komîteya Navnetewî a Xaça Sor ragiahndiye ku komîteyên alîkariyê amade ne ku xelkê dorpêçkirî û xesardîtî li bajarê Humsê veguhezin.
Ji bo vê yekê jî rejîma Sûriyê û dijberan li ser agirbesta demkî ji bo veguheztina xelkê medenî di bajarê Humsê de razîtî nîşan dane, lê heya niha komîteya han ji çûn bo hundirê bajarê Humsê serkevtî nebûye.
Li gor komîteya hevahengî a Sûriyê di bajarê Humsê de şerr û pevçûn di navbera hêzên rejîm û dijeçbran giran bûye.
Jenral Mût ku seba tund û tûjiyên zêde di Sûriyê de çalakiyên xwe sekinandibûn, ragihan d ku çavdêrên navnetewî di her rewşekê de bin, Sûriyê bicih nahêlin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê