Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Diya şehîdekî riya rizgariya Kurdistanê di Şinoyê de koça dawiyê kir

19:46 - 3 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Dayîka şehîd Ebdulmenaf Mîhenxa li gundê Mîrava ser bi bajarê Şino bi sedema pîrbûnê, çû ber dilovaniya xwedê.

Li gor rapora Kurdistanmedia, Celal Sîdqî dayîka şehîd Ebdulmenaf Mîhenxa xelkê gundê Mîrava ser bi bajarê Şino a ser bi parêzgeha Urmiyê, roja Înê 1’ê Tebax a 2014’an, koça dawiyê kir.

Şehîd Ebdulmenaf Mîhenxa sala 1332’an a Rojî li gundê Mîrava ji dayîk bûye û navbirî pêşmergê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bû ku sala 1362’an a Rojî di şerekî qehrimanane de hat şehîd kirin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê serxweşiyê li malbat û kes û karê wê dike û xwe di xem û kovana wan de bi pişikdar dizane.

Riha wê şad