Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Amrîkayê de endamekî PDKÎ wefat kir

19:51 - 4 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Mistefa Şarîkendî endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di welatê Amrîkayê bi sedema sekta dil di temen 54 saliyê de çû ber dilovaniya xwedê.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Yekşemî 3’ê Tebax a 2014’an, Mistefa Şarîkendî endamê kevnar yê PDKÎ di Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de seba sekta dil canê xwe ji dest da.

8990.jpg
Mistefa Şarîkendî


Mistafa Şarîkendî kurê xwedê jê razî Mela Kerîm Şarîkendî ye ku sala 1980’an di Mihabadê de hatiye terorkirin û herwiha birayê şehîd Hamid Şarîkendî endamê PDKÎ ye ku bi destê rejîma Îslamî ya Îranê hatiye darvekirin.

Navbirî kurekî wî niha di nav rêza pêşmergên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de ye.

Mistafa Şarîkendî bervara 11’ê Çleya Pêşîn a 1960’an li gundê Xelîfan a ser bi bajarê Nexedê ji dayîk bûye û navbirî di destpêka şoreşa gelên Îranê de hate nav rêza pêşmergên PDKÎ û di hêza Pêşewa de hatibû sazmandêhîkirin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxî ji malbat û kes û karê wî dike û xwe di xem û kovana wan de bi şerîk û pişikdar dizane.

Riha wî şad