Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di yek saliya serkomariy Rûhanî de 814 kes hatin dardekirin

22:01 - 4 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Di heyamê yek sal dewletdariya Hesen Rûhanî de 814 hemwelatî di Îranê de hatine darvekirin ku 4 kes ji wan girtiyên siyasî yên Kurd bûn.

Navenda serhejmariya Kurdpa di raportekî şîkarî – amarî de, karnameya mafê mirov a dewleta Rûhanî li warî bi rêve çûna ceza îlamkirinê bilav kiriye û têde ligel amara dema sala derbasbûyî beraword kiriye.

Li gor raporê, 814 hemwelatî di yek saliya serkomariya Hesen Rûhanî de (3’ê Tebaxa 2013’an heta 3’ê Tebaxa 2014’an) hatine darvekirin, ku bi berhevdan ligel yek sala borî de (3’ê Tebaxa 2012’an heta 3’ê Tebaxa 2013’an) ku 553 kes hatibûne îdamkirin, %48 zêde kiriye.

Tometa 7 kes ji wan darvekirinane ku ji aliyê rejîma Îslamî a Îranê ve ew cezaye bi ser wan de sepandin, siyasî bûne.

Li gor amara han, 4 girtiyên siyasî ên Kurd bi navên Hebîbullah Golperîpûr, Riza Îslamîlî, Şêrko Muarifî û Simko Xurşîdî hatine darekirin û 3 girtiyên siyasî yên din ceza darvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin û hukma 5 kesên din ji wan girtiyên siyasî ên Kurd ji aliyê diwana bilind a welat ve hatiye piştrastkirin.

Niha 25 girtiyên siyasî yên Kurd di girtîgehên rejîma Îslamî a Îranê de tirsa îdamkirina wan li gorê de ye.

Li gor wê serhejmariyê, sûça 352 kesên ku hatine darvekirin di dema dewletdariya Hesen Rûhanî de bazerganîkirin bi madeyên sirker ragehandin e.

Zêdebûna %47ê amara dardekirinê di heyama yek saliya dewletdariya Rûhanî bi berhevda li gel sala borî di demekê de ye ku Rûhanî di serdemê namzediya xwe de bo serkomarî, soza baştirkirina rewşa mafên mirov bi xelkê dabû.

Piştî hilbijartina Hesen Rûhanî weke serkomarê rejîma Îslamî a Îranê, Mistefa Hicrî sekreterên giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di hevpeyvînekê de tevî malpera “Exbarê Rûz” (Nûçên Rojê) li warê guherîn û sozên Hesen Rûhanî gotibû ku eger Hesen Rûhanî li ser erênên xwe jî wefadar be, destilat û selahiyeta guherînê di Îranê de tuneye.