Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

kesayetiyê naskirî û neviyê Simkoyê Şikak di Urmiyê de wefat kir

16:41 - 5 Tebax 2014

kurdistanmedia: Kozad Simko neviyê Simkoyê Şikak û birayê pêşmergeyekî PDKÎ bi sedema nexweşiyê di temen 60 saliyê de çû ber dilovaniya xwedê.
Li gor rapora Kurdistanmedia, di roja Deşemî 4’ê Tebaxa 2014’an de, Kozad Simko kurê Babaxan û neviyê Simkoyê Şikak û kesayetiyê naskirî yê devera Urmiyê û xelkê gundê Gengeçînê ya ser bi devera Soma bajarê Urmiyê, bi sedema nexweşiyê di nexweşxaneya bajarê Tehranê de koça dawiyê kir.

8997.jpg
Kozad Simko


Kozad Simko di şoreşa gelên Îranê de mamostayê xwendingehê bûye û piştî hatina serkarê destilatdariya rejîma Îslamî a Îranê ji karê xwe bêbar bûye û piştre çendîn caran ji aliyê rejîma Îsalmî ya Îranê ve li ser pirsgirikên siyasî hatiye girtin û eşkence kirin.
Navbirî li deverên bajarê Urmiyê de kesekî naskirî bûye û xelkên deverê bi sedema wefadarî û emegnasiyas wî bo gelê Kurd û çareserîkirina pirsgirikê xelkê, rêzekî taybet jê digirtin û cihê baweriya xelkê bûye.
Birayekî Kozad Simko bi navê Bêhzad Simko niha di rêza pêşmergên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de ye.


Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, serxweşî ji malbat û kes û karê wî û bi xasmanî Bêhzad Simko dike û xwe di xem û kovana wan de bi şerîk û pişikdar dizane.

Riha wî şad