Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

12 girtiyên girtîgeha Şarê Kurd bi sedema agirgirtinê canê xwe dan

16:46 - 5 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Di agirgirtinekê de ku girtiyên girtîgeha Şarê Kurd bi nîşana narirzayetî li hember rewşa nebaş a zîndaniyan agir berdabûna girtîgehê, 12 kes di nav dûkela agir de fetisîn.

Malpera Sahamnews bilav kir, roja Duşemî 4’ê Tebaxa 2014’an, piştî girevgirtina hejmarek ji zîndaniyên girtîgeha Şarê Kurd derheq bi pêrenegehîştina rewşa nebaş a girtîgehê û xemsariya berpirsên zîndanê ji ber bersivnedana daxwazên girtiyan, pişkek din ji girtiyan bi nîşana piştîwanîkirin ji hevbendiyên xwe kinc û alavên xwe agir berdanê.

Piştî wê bûyerê û geşbûna agir, berpirên zîndana Şarê Kurd deriyên girtîgehê daxistibûn û pêşiya her cure harîkariyek û havardeçûnek bi wangirtiyane girtibûn û bi wê sedemê 12 zîndanî bi sedema zêdebûna dûkela agir fetisîn û canê xwe ji dest dan.

Li gor raporê, berpirsên girtîgeha Şarê Kurd ekîpekî havardeçûn û agirvemirandinê harîdar kiribûn, lê pêşiya hiloşna dîwar ku tenê riyek bo rizgarbûna girtiyan hebû ku derbas bibib, girtibûn.

Hêjayê gotinê ye hejmarekî zaf ji wan zîndaniyane ku bi sedema agirgirtinê birîndar bibûn, bo nexweşxanê hatin rêkirin.