Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî kevnar û endamekî tekoşar yê PDKÎ koça dawî kir

16:20 - 6 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Seîd Celal Husênî endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, pêşmergê kevnar û bavê pêşmergeyekî PDKÎ di devera Jawero de çû ber lidovaniya xwedê.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Sêşemî 5’ê Tebaxa 2014’an, Seîd Celal Husênî pêşmergê kevnar û endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi sedema pîrbûnê di temen 81 saliyê de koça dawiyê kir.

Seîd Celal Husênî sala 1933’an li gundê Boryer a ser bi bajarê Sewlaw di malbatekî naskirî de ji dayîk bûye.

Navbirî sala 1979’an, pêwendî bi rêzên pêşmergên PDKÎ kir û di hêza Zirêbar a Merîwanê de hatibû sazmandihî kirin.

Endamê PDKÎ yê han bi sedema dilsozî û jêhatiyê ji aliyê komîteya bajarê Merîwanê ve, bûye berpirsê pişka teqemeniyê.

Navirî seba astengî û arîşeiyên jiyanê, û li ser îzna PDKÎ sala 1986’an, çûye bo aliyê malbata xwe û weke endamê PDKÎ tekoşîna xwe domandiye.

Her di wê demê du kurên Seîd Celal Husênî di nav rêza pêşmerên PDKÎ xizmet kirine ku yek ji kurên wî bi navê Seîd Îzet Husênî niha di nav rêza pêşmergê PDKÎ de ye.

Navbirî gellek caran di boneyên dîrokî ên PDKÎ de serdana malbatên şehîdan û girtiyan dikir û harîkariyan wan dikir.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxî ji malbat û kes û kar û bi xasmanî Seîd Îzet Husênî dike û xwe di xem û kovana wan de bi pişikdar dizane.

Riha wî şad