Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Deftera Siyasî ya PDKÎ derheq êrîşa DAÎŞ’ê bo ser çend herêmên Kurdistanê

20:06 - 6 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê derheq êrîşên Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê (DAÎŞ), daxuyaniyek bilav kir.

Deqa daxuyaniyê:

Mixabin eva çend rojek dibe, ku serbarê hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bona neketina di nav şerekî nexwastî û aloziyên van dawiyane ên Îraqê, serbarê heznekirina Herêma Kurdistanê, lê ew şer û alozî di çend herêmên Kurdistanê de berbirûyê xelkê herêmên Celewla, Se’diye, û bi taybetî Şengal û Zommar û hêza pêşmerge di Kurdistana Başûr de bûye.

Çekdarên DAÎŞ’ê li gorî bîrûbaweriyeke paşvemayî, û kiryarên tundrewane êrîşeke berfireh kirin ser van herêman û hejmareke zaf ji xelkê van herêman şehîd kirin, hejmareke berçav jî revandin û di encam de bi hezaran kesî ji mal û cihê jiyana xwe aware û koçber bûn.

Çekdarên DAÎŞ’ê dest ji teqandin û jinavbirina cihên pîroz ên peyrewên ayîn û ayînzayên Îslamî jî neparastin, û bê hurmetiyê bi hemû van baweriyan dikin ku ji bo xelkê pîroz in.

Encama van êrîşên DAÎŞ’ê wisa nîşan dide ku karesateke mirovî ya ji vê qasê zêdetir jî, renge di herêmên Kurdakincî de rû bide. Heçend berevanîkirina hêza pêşmerge û cangorîtiya hêza pêşmerge kariye bandorê li ser sînordarkirina van êrîşan danê, û heya hejmarek ji van can li ser destan, goriyê bergirî ji xaka Kurdistanê bike, lê bi vî halî jî metirsiya DAÎŞ’ê li ser can û malê xelkê van herêman her heye. Ya balkêş ew e ku civaka navneteweyî, welatên xwedînifûz û rêkxirawa Neteweyên Yekbûyî, û...hwd derheq pêşîgirtin ji vê karesata mirovî, Kurd û Herêma Kurdistanê bi tenê nehêlin, û alîkariya wan tenê di çarçoveya mehkûmkirin û nîgeraniyê de nemîne. Jiber ku erka li ser milên hemû aliyekî ye ku di vê derheq de alîkar û xwedî helwest bin, çi di warê alîkariya di gel awareyan bi giştî û Êzidiyan bi taybetî,ku zexteke zêdetir li ser wan heye, çi jî bo bihêzkirina hêza pêşmerge. Metirsiya êrîşa çekdarên DAÎŞ’ê her bi tenê di çarçoveya kurdistana Başûr de berteng nabe, û li Kurdistana Rojava jî, bi Taybetî di Kobanê de, ew êrîş û tundrewî berdewam in ku zirareke berçav li pey xwe hebûye.

PDKÎ tevî rêzgirtina ji riha pak ya şehîdan û qurbaniyên vê karesatê, û rêzgirtina ji cangorîtiya hêza pêşmerge, sersaxiyê dibêje malbatên şehîdên van bûyeran, û hêvîxwaz e ku birîndar bi lez birînên van qenc bin, herwisa piştevaniya xwe ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêza pêşmergeyên Kurdistanê bo parêzgarî ji Kurd û Kurdistanê eşkere dike, û amadeyiya xwe bo her cure alîkariyekî li gorî şiyana xwe radigehîne.

Di hemen demê de daxwazê ji kom û komeleyên navneteweyî û hemû aliyekî dike ku di vê rewşa hestiyar de, xwedî helwesteke hejî û alîkarane ya bi kiryar bin. Ji vê yekê jî zêdetir erka hêzên siyasî û xortên neteweya Kurd e ku bi yekrêzî û yekdengî û hevhelwestiya xwe, parastina xak û xelkê Kurdistanê wke erka sereke ya li ser milên xwe bizanin, û di vê derheqê de, li gorî bername û pilaneke baş û binecî, li dijî her êrîşekê bo ser xaka Kurdistanê bisekinin.

Silav li riha pak ya şehîdan
Xweragirî û serkevtin bo hêza pêşmerge û xelkê Kurdistanê
Neman bo terorîstan û dijberên Kurd û Kurdistanê


Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî
14.05.1393’an a Rojî
05.08.2014’an a Zayînî