Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

3 hemwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîm ve di Mihabadê de hatin binçavkirin

15:37 - 10 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Sê hevwelatiyên Kurd xelkê bajarê Mihabadê piştî 10 rojan binçavkirin, bo girtîgeha navendî a vî bajarî hatin veguhastin.

Ajansa nûçegihaniya Kurdpa bilav kir, du hemwelatiyên Kurd ku xoşk û bira bûn û nasnameya yek ji wan Eta Babayî hatiye ragehand, heyamê 15 rojan bi sûça piropagende dijî rejîmê, teblîx kirin bo ola Mesîhî, ji aliyê hêzên Ewlehî yên rejîma Îslamî a Îranê ve hatin girtin.

Du hemwelatiyên Kurd yên han piştî 10 roj destbiserkirin, bo girtîgeha navendî a bajarê Mihabadê hatin veguhastin.

Li gor raporê, welatiyeka din ya Mihabadî ku hevalê xoşka Eta Babayî bûye, 15 roj berî niha ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat girtin.

Hevjînê xoşka Heta bi sedema givaşa poskolojî, tûşî sekteya dil bûye û di encam de canê xwe ji dest daye.

Herwiha sala derbasbûyî, ew sê Kurde bi danîna wesîqe di girtîgehê de hatin berdan.