Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pîranşehr/Hêzên Întizamî yên rejîm, kolberekî Kurd kuştin

16:06 - 11 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Kolberekî Kurd xelkê Pîranşehrê ji aliyê hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî a Îranê cihgîr li bargeha Çiyane, hat kuştin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, di êvara roja Yekşemî 10’ê Tebaxa 2014’an de, Eshed Hacî Husênî kurê Ebdulla û temen 40 salî, naskirî bi Eshed Xurî xelkê gundê Şêrmcaran û rûniştiyê taxa Konexanî ya bajaroka Pîranşehrê li cihekê bi navê “Sewe li çiyayê Mile Marem” ji aliyê hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî ya Îranê ve dane ber fîşekan û di encam de hat kuştin.

Çavkaniyekî hayîdar bi peyamnêrê malpera Kurdistanmedia’ê ragehnad: Eshed Hacî Husênî di demekê de ku mijûlê karê kolberiyê bû, tevî kariwanekî kolberan kete kemîna hêzên Întizamî yên bargeha (Pasgah)a Çiyane û di encam de bi sedema teqekirina gulleyên raste rast ên wan hêzane canê xwe ji dest da.

Eshed xwedî xêzandar û temen 40 salî, seba destkurtî û bêkarî û weke hezaran kolberên din yên sînorên Kurdistanê bi naçarî ew karê tirsnake ku kolberî bû dikir ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat kuştin.

Li gor raporê, hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî a Îranê piştî kuştina welatiyê han yê Kurd, termê wî destbiser de girtin û sibêdeya îro bo pizîşka yasayê a bajarê Urmiyê veguhastin.

Herwiha di vê kemînê de ku ji aliyê hêzên Întizamî yên rjîma Îslamî a Îranê ve bo ser kolberên Kurd hatibû danîn, kolberekî din bi navê Yûsif bê ser şûn bûye.
Heta bilavkirina nûçeya han tu agahiyek ji çarenivîsa Yûsif li ber dest nine.

Li gor rapora han, hêzên rejîma Îranê herwiha di vê kemînê de çendîn ser ji hespên barhilgir yên wan kolberane hatine kuştin.

Li gor serhejmariya Kurdistanmedia, di destpêka meha Pûşpera 1393’an a Rojî ve heta niha, 19 kolberên Kurd hatin kuştin û birîndarkirin.