Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya Mistefa Hicrî bi hinceta roja cîhanî ya ciwanan

21:50 - 11 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi hinceta 12’ê Augustê roja cîhanî a ciwanan peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî ciwanên Kurdistana Îranê kir.

Deqa peyamê bi wî awayî ye:

Bi boneya 12’ê Tebaxê roja cîhanî ya ciwanan, pîrozbahiyên herî gerim yê xwe pêşkeşî we ciwanên cîhanê, bi xasmanî ciwanên Kurdistana Îranê dikim. Em di demekê de vê rojê bi bîr tînin ku di cîhanê de zaf in ew ciwanên ku li cihê jînekî serbest û hêjayiya ciwanan, di jêr zext û givaşên destilatdarên dîktator de, li jiyana gencatiyê hatine bêbarkirin, weke mînak em dikarin îşare bi ciwanên Îranê bi xasmanî jiyan û derbaskirina ciwanên Kurd di vî welatî de bikin.

Ciwanên me li jêr destilata serberedayî a Komara Îslamî de ji hemû xweşî û azadiyên îroyîn yên cîhanê de hatine bêbarkirin, hejmarekî berçav tenê bi sûça dirkandina hizr û nêrînên xwe di girtîgehên Îranê de ne, yan jî naçar mane cih û varê bav û kalên xwe bi cih hêlane û penaberî welatên biyanî dibin ji ber ewê di rastî de xwe ji zîndanekî mezin bi navê Îranê rizgar bikin heya ku tûşî darvekirin, bê çarenivîsî û bêrêziyê nebin, lê serbarê wan hemûyane pêşeroj ya ciwanên me ye û tê çavnihêrî kirin ku bi hêz û morala xwe, vê pêşerojek geş a bêy Komara Îslamî li gor hez û hêviyên xwe ava bikin. bo avakirina vê pêşerojê hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Sekreterê giştî
Mistefa Hicrî
21’ê Gelawêja 1393’an a Rojî
12’ê Tebaxa 2014’an a Zayînî