Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serdeşt/ Zarokekî Kurd bi gulleyên raste rast ên hêzên rejîma Îranê hat birîndarkirin

21:52 - 11 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Di encama gulleyên raste rast ên hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî a Îranê li devera Serdeştê bi tirombêla welatiyekî Kurd, zarokek ku sernişînê wê tirombêlê bû, bi tundî hat birîndarkirin.

Li gor nûçeya ku bi destê malpera Kurdistanmedia gihîştiye, şeva Yekşemî 10’ê Tebaxa 2014’an, hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî ya Îranê, li gundê Dole Germ a devera Serdeştê, tirombêla hemwelatiyekî Kurd bi navê Ezîzî Îsmaîlî dane ber gulleyan û di encam de zaroka navbirî bi navê Mujde Îslmaîlî bi tundî hat birîndarkirin.

Li gor raporê, Mujde di demekê de ku tevî bavê xwe bo aliyê mala xwe zivirîne ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li nêzî gundê Dermanava bi bê sedem tirombîl dane ber gulleyan û di encam de Mujde xanim bi tundî hat birîndarkirin û paşan bo çareseriya birîna wê bo nexweşxanê veguhastin.

Piştî wê bûyerê, hemwelatiyên gundê Dole Germ û akinciyên gundên derdor bi hinceta protestokirina helwêsta hêzên rejîma Îslamiya Îranê li ber deriyê waliyê bajarê Serdeştê kom bûn narizayetiya xwe anîne gorê.