Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deftera Siyasî a PDK Îranê tevlîbûna hejmarek kadr, pêşmerge û endamên cudabûyî ji PDK Îranê ragihand

23:37 - 21 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî a PDK Îranê di daxuyaniyekê de ragihand, hejmarek ji kadr, pêşmerge û endamên ku çend salan berî niha ji PDK Îranê cuda bibûn û li jêr navê “Girûpa Helwest” xebata xwe dimeşandin, tevlî PDK Îranê bûn.


Deqa daxuyaniya Deftera Siyasî a PDK Îranê:
Em gişt aliyan agehdar dikin ku hejmarek ji kadr, pêşmerge û endamên PDK Îranê ku çend salan berî niha ji PDK Îranê cuda bibûn, seba nerazîtî ji helwest û kiryarên rêberiya girûpa cudabûyî xwe bi “Girûpa Helwest” dabûn naskirin, dijkiryar nîşan dan û xebata xwe meşandin, li berwar 21’ê Hezîrana 2012’an, di daxuyaniyekê de tevlîbûna xwe bi PDK Îranê re ragihandin. Di vê pêwendiyê de Deftera Siyasî a PDK Îranê tevî pêşvazîkirin ji vê gava bihevrebûnê ya wan hevalane, bi germî bixêrhatina wan dike û radigihîne ku karê han bi kiryarek berpirsane û di berjewendiya tevgera Kurd li Kurdistana Îranê de dizane û hêvî dike ku rêxweşker be ji yekrêzî û bihevrebûna berfirehtir.
Hevdem ji belavbûna vê daxuyaniyê ve, yek bi yek wan hevalane birrêz û hurmet ve di refên teşkîlatî ên partiyê de cihgîr dibin û behre û şiyanên wan di xizmet bi armancên PDK Îranê de dixin kar û her yek ji wan li gorî taybetmendiyên wan xwedî pile û payeyên teşkîlatî ên hêjayî xwe dibin.
Bê guman kadr, pêşmerge, endam û alîgirên PDK Îranê jî tevî keyfxweşiyê, bi girîngî ve ji gava berpirsane a wan hevalan dinêrin û birêz ve pêşvaziyê ji wan dike.


Bihêztir Be Refên Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Deftera Siyasî

21’ê Hezîrana 2012’an a Zayînî

1’ê Pûşpera 1391’an a Ro