Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Urmiye/ Kolberekî Kurd bi gulleyên hêzên rejîm hat birîndarkirin

16:13 - 12 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Kolberekî Kurd xelkê devera Urmiyê bi dest hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî a Îranê hat birîndarkirin
Li gor rapora kurdistanmedia, roja Duşemî 11’ê Tebaxa 2014’an, kolberekî Kurd bi navê Zêro kurê Mêro, xelkê gundê Şeqlawa ya ser bi devera Mirgewer a bajarê Urmiyê, li ser sînorê navbera Îran û Tirkiyê bû armanca gulleyên hêzên rejîma Îslamî a Îranê û di encam de hat birîndarkirin.

Li gor raporê, Zêro kolberê Kurd temen 35 salî, piştî ewê ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat birîndarkirin, bo nexweşxaneyekî bajarê Şemzînan li Kurdistana Bakûrê hat veguhastin û niha li jêr çavedêriya pizîşk de ye.

Di wê pêwendiyê de, di êvara roja Yekşemî 10’ê Tebaxa 2014’an de, Eshed Hacî Husênî kurê Ebdulla û temen 40 salî, naskirî bi Eshed Xurî xelkê gundê Şêrmcaran û rûniştiyê taxa Konexanî ya bajaroka Pîranşehrê li cihekê bi navê “Sewe li çiyayê Mile Marem” ji aliyê hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî ya Îranê ve dane ber fîşekan û di encam de hat kuştin.

Li gor serhejmariya malpera Kurdistanmedia, di destpêka meha Pûşpera 1393’an a Rojî ve heya niha 21 kolberên Kurd li ser sînorên Kurdistana Îranê ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine kuştin û birîndarkirin.