Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jinên “Nenas”ê hêzên rejîmê li gund derxistin

14:52 - 23 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Hêzên rejîma Îranê bi armanca komkirina dezgehên mahwareyan, bi ser gundek devera bajarê Urmiyê de girtin ku berbi rûyê nerazîtiya jinên wî gundî bûn.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, roja Înê berwar 22’ Hezîrana 2012’an, hêzên rejîma îslamî a Îranê êrîş kirin ser gundê “Nenas” yê devera “Dolê”a bajarê Urmiyê, tevî bêhurmetî û azardana xelkê, dest bi ser çendîn dezgehên mahwareyan de girtin.
Li gor rapora han, ew kiryara hêzên rejîmê bû seba nerazîtiyê û bi pêşreviya yek ji jinên gund pêşî ji gerîna zêde a malan hat girtin û hêzên rejîmê ji tirsên berfirehtirbûna nerazîtiyên xelkê gundê “Nenas”ê wî gundî bicih dihêlin.
Tê texmînkirin ku bereberê nêzîkbûna 22’ê Pûşperê salvegera terorkirina “Dr. Qasimlo”, kiryarên bi wî awayî li deverên Kurdistanê zêde bibin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê