Kurdistanmedia: Hemwelatiyên Kurd di meşa welatê Otrîşê de, êrîşên terorîstî yên girupa DAÎŞ’ê protestokirin û piştîwaniya xwe ji hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ragehandin.
Li gor rapora Kurdistanemdia, Kurdên welatê Otrîşê roja Şemiyê 9’ê Tebaxa 2014’an, xwepêşandanek bi hinceta piştîwanîkirin ji Kurdên Herêma Kurdistanê û hêzên pêşmerge û herwiha hevxemî tevî Kurdên Şengal û Kûbanê, di vî welatî de birêve birin.
Xwepêşenderan daxwaz ji hemû partî û aliyê Kurdistanî kirin heta ku nakokiyan vêde bidin û bi canê birayetî û tebayî berbirûyê vê rewşê bibin ku niha Herêma Kurdistanê bi sedema êrîşên DAÎŞ’ê rûderû bûye û di heman demê de jî kiryarên cinayetkarane yên DAÎŞ’ê protestokirin.
Xwepêşenderan bi xwendina marşa neteweyî a Ey Reqîb davî bi meşa xwe anîn.
Di vê weşê de hejmarek ji endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ji komîteya Otrîşê pişikdarî kirin.