Kurdistanmedia: Lawekî Kurd temen 19 salî û xelkê bajarê Pîranşehrê bi gulleyên hêzên rejîma Îslamî a Îranê hat kuştin û bû cihê narizayetiya xelkên deverê.
Li gor rapora Kurdistanmedia, kolberekî Kurd bi navê Osman Azer Berzîn temen 19 salî û xelkê bajarê Pîranşehrê, roja Pênçşemî 12’ê Tebaxa 2014’an, li gundê Delewan bi gulleyên hêzên Întizamî yên rejîma Îranê hat kuştin.
Osman Azer Berzîn bi naçarî û seba nebûna kareke baş karê kolberiyê dikir ku ji aliyê hêzên rejîma Îslamiya Îranê ve hat kuştin.
Hemwelatiyekî hayîdar ji vê bûyerê bi nûçegihaniya Kurdistanmedia’ê ragehand: Kuştina Osman ciwanê Kurd ji aliyê hêzên rejîm û bû cihê narahetiya hemwelatiyê gundê Delewan.
Welatiyê han ewa jî got: Xelkên gundê Delewan piştî wê destdirêjiyê, êrîş kirine ser bargeha Întizamî a vî gundî û kîn û bêzariya xwe ji tepesekirin û zilm û zordariya rejîm derbirîn.
Di vê êrîşa hemwelatiyan bo ser bargeha Întizamî ya rejîm de du memûrên rejîma Îranê birîndar bûn.
Li gor raporta Kurdistanmedia, di destpêka meha Gelawêja 1393’an a Rojî ve heta niha 7 kolberên Kurd bi destê hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî ya Îranê hatine kuştin û birîndar kirin.

Osman Azer Berzîn