Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Danîmark de salvegera avabûna PDKÎ bilind hat nirxandin

15:37 - 19 Tebax 2014

Kurdistanmedia: komîteya Danîmarkê ya PDKÎ li merasimeke taybet ku di bajarê Alborgê de bi rêve çû, 69’mîn salvegera avabûna Partiya Demokrat a kurdistana Îranê bilinid hat nirxand.

Li gor raporta kurdistanmedia, di roja Şemiyê 16’ê Tebaxa 2014’an de , komîteya Partiya Demokrat a kurdistana Îranê li Danîmarkê, rêûresmeke taybet, bi pişikdariya hejmarek ji endamên PDKÎ û çend kesayetiyên siyasî û nûnerê partiyan, bi hinceta 69’mîn salvegera avabûna PDKÎ bi rêve bir .

Rêûresma han bi marşa neteweyî ya Ey Reqîb û ragirtina deqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij yê şehîdên riya rizgariya Kurdistanê, dest pê kir.

Piştre peyama komîteya PDKÎ li Danîmarkê ji aliyê Cemşîd Xusrewî, berpirsê komîtê ve hat pêşkeş kirin.

Di dirêjahiya rêûresmê de, peyama komîteya halîkariya partiyan û hêz û aliyên siyasî ên Kurdistanê ji aliyê Elî Xanî ve hat xwendin.

Paşan, peyama Yekatiyên Jinan û Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê ji aliyê Hejar Deştî, berpirsê komîteya YCDKÎ li Danîmarkê ve hat pêşkeş kirin.

Çendîn partî û rêxistin û kesayetiyên siyasî bi vê boneyên peyama pîrozbahiya xwe pêşkeşê rêûresmê kirin ku bi wî awayê ye:
Yeketiya Nîştemanî a Kurdistanê (YNK)
Komeleya Şoreşgêr ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê
Navenda Kurdûsayîd (ÇAK) – Danîmark
Civaka Aştî û Peşveçûna Kurdistanê (CAPK) – Danîmark
Mala Kurd di Alborgê de

Di rêûresma han de, çend stranek ji aliyê Newroz Elî û Wehîd Tendurust ve hatin xwendin.

Herwiha di vê merasimê de, komîteya komkirina halîkar bo hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê çalakî kirin.