Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Turkiyê bêyî îzina her derekê êrîşî Qendîlê dike

16:43 - 23 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Serokwezîrê Turkiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku em di rewşekê de ninin ku îznê ji kesekê bixwazin û emê êrîşî “PKK”ê bikin.


Fermandeyê Giştî yê Tirkiyê “Necdet Ozel”, gotibû: Ji bo operasyona li dijî Qndîlê ji me re 3 merc hene ku yek ji wan îzinxwastin ji Amerîkayê ye”, lê Serokwezîrê Turkiyê Recep Tayûb Erdoxan diyar kir ku ji bo biryara operasyonê bo ser “PKK”ê ew destûrê ji kes wernagrin.

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayûb Erdoxan, di dema daxuyaniya han de ku bersiva Fermandeyê Giştî “Necdet Ozel” bû, di vegera sefera Mekzîkê a civîna “G-20”ê de bû û daxuyanî da û got: Ez vê eşkere û zelal dibêjim ku dema em biryara operasyonê bistînin, em ne di rewşekê de ne ku îznê ji cihekê bistînin”. Çimkî welatê me endamê “NATO”ê ye û her dema li hember welatê me êrîşek bihê kiirn, emê di cih de bersiv bidin.
Ew helwesta dewleta Turkiyê li hember êrîşên wan heyamane ên hêzên ser bi “PKK” bo ser binkeyên nîzamî ên Turiyê bûne, ku çendîn qorî ji her du aliyan ji ketine.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê