Kurdistanmedia: Li bajarê Îskîlistuna li welatê Swêdê rêûresma 25’ê Gelawêj 69’emîn salvegera avabûna Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi rêve çû.
Li gor rapora Kurdistanmedia, di roja Şemiyê 23’ê Tebaxa 2014’an de, komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Îskîlistuna li welatê Swêdê bi harîkariya Yeketiya Ciwanên wî bajarî û Navenda Yeketiya Kurdan, rêûresmekî taybet bi boneya 69’emîn salvegera avabûna PDKÎ bi pişikdariya rûniştiyên bajarên Îskîlistuna, Stokholm, Vêstros, Strêngîs û Orebiro, bi rêve bir.
Rêûresm bi xwendina marşa neteweyî a Ey Reqîb ji aliyê keç û xortên ciwan û deqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij yê şehîsên riya azadî û rizgariya Kurdistan û Kurd dest pê kir.
Piştre Hebîb Behramî berpirsê komîteya PDKÎ li Îskîlistuna, peyama komîteya parê bi vê hincetê pêşkeş kir, û paşan peyama hevpar ya komîteya Yeketiyên Kurdan, Ciwanan û Jinan, bi boneya 69’emîn salvegera avabûna PDKÎ ji aliyê Amanc Ebdî ve hat xwendin.
Di birgeya din a rêûresmê de peyama Partiya Şû’î a Kurdistana Îraqê û çendîn birûskeyên pîrozbahiyê bi vê hincetê hat xwendin.
Di vê rêûresmê de partî û sazî û kesayetiyên siyasî yên ku di vê rêûresmê de beşdar bûn:
- Nûnerê komîteya harîkariya hêzên siyasî ên Kurd û Kurdistanê ku ji 27 partî û rêxistinên siyasî ên Kurd û Kurdistanê hatiye lidar xistin.
- Partiya Demokrat a Kurdistana Îraqê
- Partiya Şû’î a Kurdistana Îraqê
- Komîteya Kurd a bajarê Îskîlistuna
- Ezîz Elyas kesayetiyê siyasî û namzedê Sosyal Demokratên Swêdê li parêzgeha Swêdermanland bo parlemanê wî welatî û dostê nêzî yê PDKÎ
- Rêveberê malpera Xakelêwe
Rêûresm bi govend û şadî bi davî hat.