Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Urmiye/ Girtina şîrînîpiroşekî Kurd bi sedema neqişandina ala Kurdistanê li ser kêkê

16:15 - 26 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Şîrînîfiroşekî Kurd xelkê bajarê Urmiyê bi sedema hoşdariya îdareya Emakinê a rejîma Îranê bo guherîna navê dûkana xwe ji zimanê Kurdî bo zimanên Farsî an Azerî û neqişandina ala Kurdistanê li ser kêkê, hat girtin.

Hêzên îdareya Emakinê a rejîma Îslamî a Îranê, xwediyê şîrînîfiroşiya Lawan bi navê Selam Ehmedî li bajarê Urmiyê, bi sedema neguherîna navê dûkana xwe ji zimanê Kurdî ve bo zimanê Farsî a Azerî û neqişandina ala Kurdistanê li ser kêkê, destbiser kirin.

Di çend rojên borî de hêzên îdareya Emakinê ya rejîma Îranê piştî çendîn caran hoşdarî dan bi Selam Ehmedî xwediyê şîrînîfiroşiya Lawan ku navê dûkana xwe biguherîne, êrîş kirine ser dûkana navberî û bi lêgerîn kampiyotera wî, girtin e.

Îdareya Emakinê piştî lêgerîna kempiyotera dûkanê wêneya kêkek ku ala Kurdistanê li ser hetibû neqişandin dît, hemwelatiyên Kurd binçav kirin û bo îdareya Îtilatê veguhastin.

Selam Ehmedî hemwelatiyê Kurd piştî ragirtina çend rojan li îdareya Îtilatê bo girtîgeha navendî a Urmiyê veguhastin.