Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cejna 69’emîn salvegera avabûna PDKÎ li welatê Almanê bi rêve çû

16:54 - 26 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Rêûresma cejna 25’ê Gelawêjê 69’emîn salvegera avabûna Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi pişikdariya hejmarek ji endamên partê û mêhvanan li welatê Almanê bi rêve çû.

Li gor rapora Kurdistanmedia, di roja Yekşemî 24’ê Tebaxa 2014’an de, komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Firankfort li welatê Almanê rêûresmek bi boneya 69’emîn salvegera damezrandina PDKÎ, bi rêve bir.

Rêûresma han bi marşa neteweyî ya Ey Reqîb û ragirtina deqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij yê şehîdên riya rizgariya Kurdistanê, dest pê kir.

Paşan peyama komîteya PDKÎ ji aliyê Şehriyar Neqşbendî berpirsê komîtê ve hat xwandin.

Paşan, peyama hevpar ya komîteya Yekatiyên Jinan û Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê ji aliyê Kejal Neqşbendî ve hat pêşkeş kirin.

Her di dirêjahiya rêûresmê de peyama pîrozbahiya part û aliyê siyasî jî hat xwendin û piştre helbestek bo jinên Şengalê ji aliyê Meryem Mesûdî ve hat pêşkeş kirin.

Herwiha Ramyar Mînberî rêveberê rêûresmê pexşanek pêşkeş kir.

Rêûresm bi govend û şadî bi davî hat.