Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmarek ji çalakvanên ku bi koçberên Şengalê harîkarî komkiribûn li Newsûdê hatin girtin

21:46 - 30 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Li gorî biryara dadistana bajarê Pawê, hejmarek ji çalakvaên ku bo awarên Şengalê harîkarî komkiribûn, ji aliyê hêzên Ewlehî yên rejîma Îslamiya Îranê ve li ser sînorê Şoşmê hatin girtin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Înê piştî ewê ku kariwana harîkariyên bajarên parêzgeha Kirmanşanê li ser xala sînorî a Şoşmê û Tewêle gihîştine ser sînorê bajarê Newsûdê bo aliyên din yê sînorê hatin rêkirin, ji aliyê hêzên Ewlekar yên rejîma Îranê li parêzgeha Kirmanşanê hatin girtin û berpirsên hikûmetî ên parêzgeha Kirmanşanê û bexşa Newsûdê bêrêzî bi wan kir.

Li gor raporta han, berpirsên rejîmê bo rêkirina wê kariwana harîkariyê arîşe çêkirin ku bi sedema hatine hejmarekî zaf ji medyayên Herêma Kurdistanê bo ser sinor û ji tirsa hebûna medyayan, cara dawî naçar man rê bi kariwana harîkariyê berde.

Endamekî kariwana bajarê Newsudê ragehand: Piştî zivirîna ew kesên ku ligel kariwana harîkariyê hatibûne nav axa Herêma Kurdistanê, ji aliyê hêzên Ewlehî yên rejîma Îslamî ya Îranê ve bo heyamê 5 demijmêran hatin girtin û piştî lêpirsîn û bêrêzîkirineke zaf, bi awayeke merc danîn berdane.

9264.jpg


9263.jpg
kariwana harîkarî ya xelkê Kirmanşanê