Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî PDKÎ li Merîwanê wefat kir

15:19 - 31 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Endamekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li devera Jaweroya Merîwanê bi sedema pîrbûnê di temenê 71 saliyê de çû ber dilovaniya xwedê.

Li gor rapora Kurdistanmedia, di roja Şemiyê 30’ê Tebaxa 2014’an de, endamekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi navê Xefar Dêyîzî xelkê gundê Serhûye li devera Jaweroya Merîwanê bi sedema pîrbûnê di temenê 71 saliyê de koça dawiyê kir.

Xefar Dêyîzî sala 1984’an bûye bi endamê PDKÎê û yek ji endamên dilsoz û çalak yê PDKÎ bûye.

Navibî di dema hebûna pêşmerge di deverê de bi hemû awayekî yarîkariya pêşmergeyên PDKÎ dikir û mala xwe kiribû cihê bênvedana pêşmergeyan.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxî ji malbat û kes û karê Xefar Dêyîzî dike û xwe di xem û kovana wan de bi pişikdar dizane.